Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziya sefîrê nû yê Tirkiyeyê kir

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Faruk Kaymakçî sefîrê nû yê Tirkiyeyê yê Îraqê kir û di civînekê de serokwezîr pîrozbahiya destbikarbûnê li sefîrê nû yê Tirkiyeyê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Her du aliyan di civînê de, têkeliyên herêma Kurdistan, Îraq û Tirkiyeyê, vekirina çend deriyên din li ser tixûbê Kurdistan û Tirkiyeyê, kar û pirojeyên kompaniyên Tirkiye yên li herêma Kurdistan û Îraqê kar dikin û befirehkirina geştên asîmanî navbera Kurdistan û Tirkiyeyê û çend mijarên din gotûbêj kirin.

Rewşa siyasî û emnî ya Îraqê û pêşhatên wîlayeta Enbarê û çend deverên din yên Îraqê, hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku, biryare di 30 meha nîsana îsal de bên kirin, çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, budce û pirsa hinartina nefta Kurdistanê bo derve çend mijarên din yên civînê bûn.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê digel Bexdayê çareser bike, ”lê bi tu awayî herêma Kurdistanê li ser nehinartina budce û birîna meaşê karmanedên hikûmeta herêma Kurdistanê danûstandina digel Bexdayê nake. Çunkî ev yak nayê qebûl kirin û çênabe hikûmeta Îraqê meaşê karmendên hikûmeta Kurdistanê weke kateke siyasî li dijî herêma Kurdistanê bikarbîne.”

 

Serokwezîrê Kurdistanê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê paşde venagere û çênabe hikûmeta Îraqê weke wîlayeteke Îraqê miamileyê bi herêma Kurdistanê re bike.

Back to top button