Polîtîk

Serokê Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Tirkiye kir

Îro sêşem 25.02.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Faruk Kaymakçi Balyozê nû yê Tirkiye li Iraqa Federal û şanda li gel kir.

Di destpêka hevdîtinê de Balyozê Tirkiye li Iraqa Federal spas û xweşhaliya xwe ji bo rexsandina vê hevdîtinê ragihand û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê behsa ewe kir ku Tirkiye bi girîngiyê ve temaşa peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê dike û welatê wan li warê uze û enerjiyê de dixwaze peywendiyên wan zêdetir geşbînê bi xwe ve bibînin. Li beşekî dinê axaftina xwe de Balyozê Tirkiye li Iraqa Federal beramberiyê di navbera Herêma Kurdistanê û beşên dinê Iraqê kir û ragihand ku aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê piştgiriya kompanyayên Tirkiyê daye ku zêdetir li Herêma Kurdistanê da sermayeguzariyê bikin. Di derbarê kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Balyozê Tirkiye li Iraqa Federal hêvî xwest hikûmeta nû hikûmetekî bi hêz bê û çavkaniya xêr û xweşiyê bê ji bo Herêma Kurdistan û navçeyê. Balyozê Tirkiye li Iraqa Federal balkişand li ser serdana dîrokiya Serok Barzanî ya bajarê Amedê jî kir û got: “Vê serdanê gelek dîwaran şikand û rola we li pêvajoya diyalog û aştiyê de gelek girînge”.

Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan xweşhaliya xwe jî bi geşbûna peywendiyên di navbera her dû welatan nîşanda û hêvî jî xwest ew peywendî berdewam û bi hêztir bibin. Di derbarê meseleya neft û uze û ew kêşeya li gel Hikûmeta Iraqê dirust bûye, Serok Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê yek hengav jî dijî destûrê neavêtiye û ewe mafekî destûriya me ye li warê neft da kar bikîn. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî sedema nebaşiya pêvajoya siyasî û emniya Iraqê vegerand li ser siyaseta şaşiya desthilata Iraqê û her wiha sepandina abluqe û nedana maaş û mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê û neşandina budçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexda ve bi karekî neyasayî li qelem da û got: “Tu kesek ew maf û desthilata wî tûne tevlî mûçeya xelkê bibe û ew kar dijî yasaye û em vê babetê bi ragihandina şer li dijî xelkê Kurdistanê dizanîn”.

Di derbarê peywendî û hevpeymaniya di navbera Kurd û Şî’e li wan çend salên derbasbûyî de Serok Barzanî tekez li ser peywendiya dîrokî û me’newiya di navbera Kurd û Şî’e kir û ragihand ku gelê Kurdistanê tu giriftekî li gel Şî’e da tûne, tenê girift tevgerên desthilatdarên Bexdaye.

Pêvajoya siyasiya navçeyê û hilbijartina paşarojê ya Encûmena Nûnerên Iraqê mijareke dinê vê kombûnê bûn.

Back to top button