PolîtîkRojev

Serokwezîr pêşwaziya Richard Bell kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 16ê Îlona 2021ê pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Sûriyê General Richard Bell kir.

Di hevdîtinê de pêşveçûnên herî dawî yên şerê terorê, geşedan û guhertinên rewşa Iraq û Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

General Richard Bell hevxwemiya xwe ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re ragihand ji ber ku du Pêşmerge duh li geliyê Neqeba yê nahiya Nehlê ya ser bi navçeya Akrê di teqîna bombeyên vedayî yên PKKê de şehîd bûn. Herwiha piştevaniya Hevpeymanan ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge cardin anî ziman ji aliyê têkoşîna terorê ve, bi taybetî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hevkarî û piştgiriya hêzên Hevpeymanan kir û tekezî li ser girîngiya aktîvkirina navendên hemahengiyê yên ewlehiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de kir, ji bo seqamgîrbûna rewşa Iraqê û têkoşîna li dijî gefên terorê.

Back to top button