CîhanRojev

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîra Derveya Brîtanyayê civiya

Piştî nîvroya îro pênçşem 16.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Londonê li gel xanima Liz Truss Wezîra Derveya Brîtanyayê civiya.

Li civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li xanima Truss kir ku doh wekî Wezîra Derveya welatê xwe destbikar bû û hêviya serkeftinê ji bo wê xwest, her wiha xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiya li gel Brîtanya dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve xanima Truss xweşhaliya xwe bi pêşwazîkirina Serok Nêçîrvan Barzanî li Londonê derbirî û dûpat kir ku Brîtanya pêgire û berdewam dibê li piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê û li karkirina li gel hevbeşên xwe ya li Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş da, her wiha hêvî xwest alîkarî û hevbeşiya Brîtanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê li hemû waran da bi taybetî li warê aborî û bazirganiyê da bê berfirehkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgîriya li Iraq û Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî Da’îş da, spasî Brîtanyayê kir, her wiha ji bo hevkarî û yarmetiya mirovî ku pêşkêşî koçber û penaberan kiriye, bi kurtî jî di derbarê hengavên yekxistina Pêşmerge ya bi piştgîrî û hevkariya Brîtanya û welatên dinê dost, pêşkêş kir.

Li civînê de sedemên serhildana Da’îş û metirsiyên wê, hilbijartin û pêşbîniya proseya siyasî û paşeroja Iraqê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, rewşa koçber û penaberan û pêkhatên li Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeşên her du aliyan, guftûgo kirin û hevra bûn ku aramiya Iraqê ji bo navçeyê û cîhanê jî girînge.

Back to top button