
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê pêşwaziya şanda Amerîkayê ya bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk David Schenker kir.
Di civînê de, ku Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller jî amade bû, rewşa Iraq û herêmê û pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hat gotûbêjkirin.
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina veberhênana Amerîkî li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li girîngiya berdewambûna piştevaniya hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ronahî xiste ser geşedanên herî dawî yên gotûbêjên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û tekezî li dabînkirina maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya federalî de kir, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê roleke çavdêrî di çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bigre û ji vî alî ve çendîn pêşniyar ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê eşkere kir.