Civak

Serokwezîr pêşwazî li Rêveberê Ofîsa UNODC ya li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Rêveberê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Hişber û Tawanan (UNODC) ya li Iraqê Elî Farûq El Berîr kir.

Di civînê de li ser pêşvebirina hevkarî û hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî gotûbêj hat kirin, bi taybetî ji bo têkoşîna li dijî tawanên rêkxistî û maddeyên hişber û bazirganîkirina bi mirovan.

Di beşeke din a civînê de, hebûna plana Herêma Kurdistanê ji bo mafên mirovan bilind hat nirxandin, ku beşek ji çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye di warê bihêzkirina bingehên azadî û demokrasî û parastina mafên mirovan de.

Back to top button