Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 3ê Nîsanê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlane kir.
Di civînê de guherîn û rewşa girştî ya herî dawî ya Iraqê û navçeyê û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di civînê de tekezî li girîngiya berdewambûna piştevanîkirina hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna teror û pêşvebirina pêwendî û hevahengiya navbera Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan hat kirin.