Hilbijartinên serokomarî û parlementoya Tirkiyê ku dê di 14ê Gulanê de bên kirin, her diçe nêzîk dibin û ligel vê nêzîkbûnê rojeva siyasî bi taybetî li Enqerê germ dibe. Herwiha bi zelalkirina helwestên partî û hevpeymaniyan re nîqaş germtir bûn.

Partiya Doza Azad (HUDAPAR) ku biryar daye telî Hevpeymaniya Cumhur bibe û piştgirî bide Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, yek ji wan partiyan e ku di van rojên dawî de di qada siyasî de bûye cihê nîqaşan.

Piştî ku HUDA-PARê piştevaniya xwe ya aşkere bo berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan ragihand, ew partî kete rojeva Tirkiyê û heya niha jî jê derneketiye.

Hinek alî wê partiyê bi pêwendiya li gel Hizbûlahê tometbar dikin û êrîşê dibine ser, hinek alî jî bernameya HUDAPARê bi taybetî di warê pirsgirêkên Kurdan de baş dibînin û di wê baweriyê de ne ku wê sûdê bigihîne Kurdan.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya li Enqerê Şevket Herkî ev û gelek pirsên din li navenda giştî ya HUDAPARê ji Sekreterê Giştî yê wê partiyê Şehzade Demîr kirine.

Şevket Herkî: Demeke ku partiya we gelek di rojevê de cih digire rojana di derbarê partiya we de nûçe têne belavkirin, hûn vê yekê çawa dibînin?

Şehzade Demîr: Bi navê Xwedê yê Dilovan, bernameya me li ser xêr be înşellah, malum em  ketine pêvajoya helbijartinên sala 2023ê. Pêşiyê em dixwazin ku helbijartin, ji welatê me, gelê me ûmeta îslamê re, ji gelê Kurd û Tirk û hemû gelên li Tirkiyê dijîn bibe wesileya xêrê, aştî û başiyê. HUDPAR zêdetirî 10 sal e hatiye avakirin. Heta niha em 4 caran beşdarî helbijartinan bûne. Di helbijartinekê de em bi namzetên serbixwe beşdar bûn, helbijartinên din jî jixwe yên heremî bûn. Lê heta niha çi caran nîqaşên wisa li ser HUDAPARê nebûn. Heta îro HUDPAR, bi bernameya xwe, bi rengê xwe, bi gotinên xwe li qada siyasetê bû, bi gellek partiyên ku wê bikevin helbijartinan û di nava tifaqan de cih digirin re jî jixwe em hevdîtinan dikin, hevdtîtinên me yên rûbirû çêdibin an em bi hev re dicivin, wate hevdîtînên kurt û dirêj me peywendî her hebûye, lê niha tiştekî nû derketiye meydanê, tiştê nû dibêjin, weke ku nû HUDPARê nas bikin. Tu dibê qey bernameya me nû dibînin, weke ku HUDPAR nû hatibe vî welatî, lê ne wisa ye, bila destê xwe deynin ser wijdana xwe, HUDPAR ji roja ewil heta îro ji bo xêr û başiya vî welatî kar dike. Heta hebe jî xebata HUDPARê dê li ser aştî û biratiyê û li ser aramî û xweşiya memleket e. Çi caran jî ji vê xizmet û esasên xwe jî dûr nakeve. Em nîqaşên li ser HUDPARê tên kirin jî em baş dibînin, çima em baş dibînin, jixwe em li ber çava ne, bernameya me jî li ber çava ye. Kî çi dibêje heqîqet li meydanê ye, xebatên ku heta îro jî me kirine ew jî li meydanê ne. Pratîka me jî li meydanê ye, îftira jixwe çi carî nagire, heqîqet jî çi carî nayê veşartin. Siyaseta ku HUDPAR dike ew jî dizanin em jî dizanin, partiyên din jî dizanin, gelê me jî dizane. Ji bo çareserkirina pirsgirekên Tirkiyê re heqîqetan derman e. Ji ber wê îhtimala çûna HUDPARê ji bo parlementoyê li zora wan diçe û naxwazin HUDPAR bi bernameya xwe, bi rengê xwe, bi heqîqeta xwe bikeve siyaseta parlementoya Tirkiyê.

Em dê behsa çûna we ya ji bo parlementoyê bikin, lê beriya wê ez dixwazim li ser bernameya we jî pirsekê bikim, hin alî dibêjin di bernameya HUDPARê de federalîzim, xweserî, sistema eyalaten heye hin alî jî dibêjin ev daxwaz tenê di gotinên berpirsên partiyê de hene, lê di bernameyê de nîne, rastiya wê meselê çi ye? Hûn di bernameya xwe de behsa federalîzm û xweseriyê taybet ji bo Kurdan dikin yan na?

Birayê ezîz weke xwastina partiya me ku em bêjin bila Kurd bibin federal tiştekî wisa nîne. Bernameya me li ber çava ye kî dixwaze dikare bibîne, em dibêjin bila li Tirkiyê her tişt bi rehetî were axavtin. Bila li ser çi tiştî qedexe kirin bila nebe, herkesê fikr û ramana wî di derbarê pêşeroja Tirkiyê de, di derbarê pêşeroja Kurdan û Tirkan de di derbarê  biratiyê de di derbarê giştî ya meseleyan de kî çi fikr û ramanek heye bila bikare rehetî azadî û serbixwe fikra xwe bêje. Çi hebe bila li ser bê axatin, bila xelk jî rastîya bernameyên partiyan bibîne, bila herkes bibîne ka çareserî çi ye, li gorî wê yekê jî gel rêya heqîqet û çareseriyê bibîne û terciha xwe li gorî vê bike û dengê xwe jî li gorî wê bide, em vê dixwazin, bila millet rehet be, bilas qedexe li ser siyasetê û li ser fikra millet nebe, di bernameya me de jî ev hatiye nivîsîn; fedaralîzm be, biratî be, sistema unîter be çi dibe bila bibe, bila her tişt bi rehetî were xeberdan, di civînan de, li ser medyayê, di mîtingan de bila her kes bikare fikra xwe bêje. Bila rêyên çareserîyê bêne axavtin û çi astengî li pêşiya vê yekê nebin, bila herkes bikare xwe bi rengê xwe îfade bike. Bila guvaş li ser kesê nebin û xelk jî bikare li gorî vê tercîha xwe bike. Bila kes di bin guvaş û qedexe de nemîne, di bernameya partiya me de jî em li ser mijarên ku tu behs dikî û di mijarên din de jî em rihetiyekê dixwazin. Bila li memleketê me siyaset bi rehetî bê kirin. Bila zext û guvaşa kesê li ser kesê nebe di bernameya de jî ev tê nivîsîn.

Li ser çûna we ji bo parlementoyê we û AK Partiyê li hev kiriye ? Hejmar hatiye diyarkirin? Li parlementoyê dê çend parlemeneterên we hebin?

Di helbijartina serokomariyê de jixwe em piştgiriyê didin Recep Tayyîp Erdogan û namzetê me tine. Di hilbijartinên parlementoyê de jî biryara me ew e ku em di lîsteya AK Partiyê de bikevin helbijartinan, partiya me wisa biryar daye û em nîqaşê li ser nakin. Li ser hejmara kesan û hereman jî ka wê çend kes biçin parlementoyê jî ya rastî ew jî xilas bûye, lê hinek hûgilî mane, ew jî dê rojên pêşiya me bi temamî aşkere bibe, ji ber ku herdu partiyan heta niha negotiye ez jî naxwazim behs lê bikim, lê hejmar eşkere ye, lê cih heta niha tam eşkere nebûye,  behs gotûbêj li ser vê mijarê hatiye kirin û tenê hindek hurgilî mane û dê rojên pêşiya me ew jî eşkere bibin.

Behsa hinek navan jî tê kirin, weke Serokê Giştî Zekeriya Yapicioglu, Îshak Saglam, Mehmet Huseyin Yilmaz, tê gotin ku ew kes dê bibin parlementer; biryareke wisa heye yan ev tenê texmînên medyayê ne?

Ev texmînê medyayê ne. Tiştê ku di nav medyayê de hene nabe beyanatê partiyan û ne biryara partiyê ye jî. Dibe ku ew bin yan hin kesên din bin, dibe ku hindek ji wan bin û hin kesên jî din bin. Heta niha biryarek li ser vê nehatiye dan.

Eger hun biçin parlementoyê bi taybetî di derbarê pirsa Kurdan û pirsên din de ji bo çareseriyê plan û projeyên we dê çi bin?

Berê me jî me çend caran li ser vê mijarê xeber daye, gellek cara medyaya jî dipirse ka eger em biçin parlementoyê dê helwesta me li ser pirgirekên Tirkiyê çi be? Yanî piştî 10 sala 11 sala em niha rabin careke din ji nû ve behsa partiya xwe bikin ev karekî vala ye. Jixwe em li meydanê ne û bernameya me jî li meydanê ye. esasên partiya me jî bellî ne. li ser meseleya kurdan jî, li ser meseleya biratiyê jî li ser nijadperestiya ku li vî welatî heye jî li ser hemû van mijaran di bernameya me de xalên me yên esasî belî ne. Yanî partî heta niha çi be îro pê de jî wê her ew be. Li parlementoyê jî be li derve parlemetoyê jî be dê her heman esasên wê bimîne. Di sekna me de û di esasên me de tiştekî ku hatibe guhertin nîne. Di pêvajoya avakirina tifaqan de herkes bi rengê xwe dikeve tifaqan, di tifaqan de partî îlhakî hevûdu (beşdarî hev) nabin,  fikr û ramanê wan tev nabin yek. Roja dengdanê hevkariyek çêdibe, roja piştî helbijartinê jî herkes dîsa li partiya xwe û li mala xwe ye. Tiştê heyî tenê pêdiviyeke ji ber sîstema serokatiyê ye, sîstema niha ev daniye pêşiya me. Ji ber vê sîstema nû tifaq bûne zaruret. Ji derbaskirina benda helbijartinan malum ev jî kêşeyeke mezin e di siyaseta Tirkiyê de pêwîst e were çareserkirin. Ji ber benda helbijartinan tifaq bûne zaruret. Lê tifaq ne îltîhak in tenê ji bo roja helbijartinê ne.  Roja din herkes dîsa serbixwe ye.

Li ser sîstema heyî hun çi difikirin? Dibe ku di proseya nû de hewil bê dan ku sîstem bê guhertin, û behsa sîstema parlementeriyeke bi hêz tê kirin, eger hun li parlementoyê bin dê helwesta di derbarê nîqaşên li ser sîstemê de çawa be?

Em çi sîstemekê weke wehiyan nabînin. Ev sîstemên ku behs lê tê kirin ne sîstemê îlahî û ne jî Xwedê ev sîstem danîne. Sîstemên heyî beşeran çêkirine û xeletî û kêmasiyên wan hene. Aliyê wan ê baş û yê xirab jî heye. Tu nikarî bêjî yek sîstema beşeran çêkiriye bêkemasî û çi ji wê çêtir tine. Di kaînatê de berdewam nûbûn û pêşveçûn heye. Şert û merc diguherin. Ji ber wê qanun û yasa jî pêwîst e li gorî şert û mercan bêne guhertin. Sîstemeke ku îro baş be dibe ku du-sê salên din nebaş be. Sistema parlementeriyê jî kêmasiyê hebûn, 100 sal bûn li vî welatî ev sîstem hebû me nedît ku kêşeyan çareser bike, ev 2-3 sale jî sistema serokatiyê heye hêj tam nehatiye ceribandin û kêmasiyên wê em jî dibînin, li gorî me çi sîstema parlementeriyê be çi sîstema serokatiyê me ya girîng ew e ku edalet hebe. Kîjan serok be û bi kîjan sistemê kar dike bila bike eger di nava gel de û di nava dewletê de edalet hebe dikare kêşeyan çareser bike. Lê sîstem çiqaş baş be jî eger edalet nebe, niyeta beş nebe, gendelî tê de hebe, sistem çi jî be nabe derman. Em li herdu sistema jî dinêrin û em dibêjin ya giring ew e ku edalet hebe.

Pirsa dawî di dema bangeşeyan de hun dê stratejiyeke çawa bimeşînin ? hun ê mitingên mezin bikin yan ne?

Hin tişt hene pêwîst e em li ber çava bigrin, yek ji wan jî jixwe birîna me hêj germ e. Me erdhejek derbas kir û zêdeyî 50 hezar insanê me jiyana xwe ji dest dan. Ez bawer nakim ku çi partî di vê helbijartinê de mitîngên mezin encam bide. Dibe ku piştî remezanê hinek mîting bêne kirin, lê ew jî wê biçûk bin, jixwe partiya me bi navê xwe nakeve hilbijartinan. Em dê li ser lîsteyên AK Partiyê bikevin hilbijartinan ji ber wê ji bo lidarxistina mîtingan îhtiyacekî zarûrî niye. Di vê derbarê de jî heta niha çi biryarên partiyê nîne. Bi AK Partiyê re jî çi stratejiyên me yên hevbeş ku me qise li ser kiribe jî tine. Em li ser van mijaran jî heta niha neaxivîne. Di vê derbarê de tiştekî ku ez bêjim tine.

Şevkî Herkî / Rûdaw

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: