Cîhan

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ber bi Birîtaniyayê bi rê ket

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, îro bi serokatiya şandeyeke hikûmeta herêma Kurdistanê ber bi Birîtaniyayê bi rê ket.
Samî Ergoşî sekreterê rojnamevaniyê serokwezîrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji malpera hikûmeta herêma Kurdistanê re got:

–  Îro roja yekşembiyê 18ê gulana 2014ê, li ser vexwandineke fermî a hikûmeta Birîtaniyayê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi serokatiya şandeyeke hikûmeta herêma Kurdistanê ku, ji Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Elî Sindî wezîrê pilandananê, Qubad Talebanî berpirsê fermangeha hevahengî û dûvçûnê a ser bi civata wezîrên herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Kurdistanê pêk tê , ber bi Birîtaniyayê bi rê ketin.

Li gor Eroşî, Nêçîrvan Barzanî û şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê dê di rojên duşemb û sêşembiyê de digel nezine berpirsên hikûmeta Birîtaniyayê bicive û têkeliyên navbera Kurdistan û Birîtaniyayê û çend mijarên din bi wezîr û berpirsên hikûmeta Birîtaniyayê re gotûbêj bikin.

Back to top button