CivakRojev

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Gulana 2023an li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson kir.

Di civînê de ku Konsula Giştî ya Brîtanya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave amade bû, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û giringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal de hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê kir ku piştî îmzekirina rêkeftina taybet bi petrolê, Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bi cih anîne û em li bendê ne ku hikûmeta federal jî erk û berpirsyariyên xwe yên li hember Herêma Kurdistanê cibicî bike.

Balyozê Brîtanya piştevaniya welatê xwe bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûr û rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de dubare kir.

Derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de, her du alî li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî di îsal de hevnêrîn bûn.

Mijareke din a hevdîtinê, taybet bû pêwîstiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê bû. Her du aliyan jî piştgiriya xwe ji bo parastina hemû mafên Êzdiyan û pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyan de dubare kirin.

Back to top button