Polîtîk

Serokwezîr: Herêma Kurdistanê ti carî nebûye metirsî li ser ti aliyekî

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 28ê Çileya 2024an gotarek li Sêyemîn Konferansa Nûneratiyên Herêma Kurdistanê de pêşkêş kir û tê de red kir ku Herêma Kurdistanê ji bo ti aliyekî bûbe metirsî û got: “Me her tim destê dostaniyê dirêjî hemû welatên herêmê û civaka navdewletî bi giştî kiriye.”

Serokwezîr Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir, “Pêwîst e berjewendiya me ya hevbeş li gel welatên herêmê û cîhanê li ber çav bê girtin û bên parastin û rêz li serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê bê girtin û neyê binpêkirin.”

Li gor Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Herêma Kurdistanê dixwaze baştirîn têkeliyên wê bi welatên cîran û civaka navdewletî bi giştî re hebin. Armanca me ew e ku li ser bingehê berjewendiyên hevbeş û rêzgirtina li hevdu, peywendiyên me yên derve û navdewletî pêş bixin û bihêztir bikin.”

Amaje bi wê jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê îsbat kiriye ku hevpareke girîng û aktîv a civaka navdewletî ye û di gelek waran de cihê balkêşiya cîhanê ye, bi taybetî ku Herêma me herêmeke aram û navenda pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema derbasbûyî de rûbirûyê çendîn kirîzên siyasî, ewlehî, aborî û darayî bûye û dijminan jî hewl dane ku pirsgirêk û astengiyan ji bo pêşketin, geşbûn û aramiya Kurdistanê çêbikin. Lê bi piştevaniya Xweda û berxwedana gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên me yên qehreman, em ê hemû astengan derbas bikin, ji ber ku îradeya gelê me ji her komployekê bihêztir e. Lewma di bin ti zextan de em dest ji mafên xwe bernadin.”

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 28.01.2024an Sêyemîn Konferansa Nûneretiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li welatên derve, li Hewlêrê dest pê kir.

Back to top button