Serokwezîr biryara Romaniyayê erênî nirxand
Îro roja duşemiyê 05.11.2012ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê digel Tîtos Kolartin wezîrê derve yê Romaniyayê û şandeya pê re ku, ji Lubeyd Ubeydî cîgirê wezîrê derve yê Îraqê û sefîrê Romaniyyaê yê Îraqê pêkatibû, civiya.
Di civînê de, serokwezîrê Kurdistanê biryara hikûmeta Romaniyayê a vekirina konsulxaneya xwe li bajarê Hewlêrê bilind nirxand û got ku, ew pêngava hikûmeta Romaniyayê pêmgaveke ji bo berbipêşvebirina têkeliyên Kurdistan û Romaniyayê. Serokwezîrê Kurdistanê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi giringî li têkeliyên navbera Kurdistan û Romaniyayê dinêre û hikûmeta Kurdistanê dixwaz wan têkeliyan di hemû waran de berfirehtir û xurtir bike.
Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Romaniyayê got ku têkeliyên digel Îraqê û herêma Kurdistanê ji bo wan giring inû got ku, vekirina konsulxaneya Romaniyayê li herêma Kurdistanê nîşana wê yekê ye ku, hikûmeta romaniyayî giringiyeke taybet bi têkeliyên xwe yên digel Kurdistanê, bi tyabet rêkeliyên di ware enerjî, avakirina bendava, zîraet, tûrîzim û tendirustiyê de, dide.
Wezîrê derve yê Romaiyayê got ku, 30 şirket û kompaniyên romaniyayî li herêma Kurdistanê hene û “ev yek jî dilê me xweş dike.”
Şandeya romaniyayî got ku, Romaniya xwediya kevintirîn zanîngeha cîhanê ye di ware neft û gaze de û deriyên wê zanîngehê jib o xwendekarên herêma Kurdistanê vekirîne.
Di dawiya civînê de, wezîrê derve yê Romaniyayê bi fermî serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Romaniyayê vexwand.