Cîhan

Nêçîrvan Barzanî beşdarî 89saliya Tirkiyeyê da kir

 

Li ser vexwandina konsulxaneya Tirkiyeyê li Hewlêrê, îro roja duşemiyê 05.11.2012ê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê beşdarî di şahiya 89saliya avakirina komara Tirkiyeyê de kir.

Ev marasim ji aliyê konsulxaneya Tirkiyeyê a li Hewlêrê ve hatibû amadekirin û hijmareke diplomatkar û nûnerên welatên biyanî digel hijmareke ber bi çav ji revenda tirkî a li herêma Kurdistanê, karsaz, rojnamevan û mediya Tirkiyeyê amade bûn.

Di merasima pîrozkirina 89saliya avakirina komara Tirkiyeyê de, konsulê Tirkiyeyê yê Hewlêrê peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de behsa pêşveçûna têkeliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê kir û got ku ew têkrliyên di navbera Hewlêr û Enqereyê de di ware siyasî, aborî, enerjî û bazirganiyê de hene têkeliyên stratejîk in.

Konsulê tikrî got jî ku, rojane 600 hevwelatiyên herêma Kurdistanê vîzaya Tirkiyeyê werdigirin.

 

Back to top button