Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 17.12.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Brett McGurk nûnerê serokê Amerîkayê ji bo karûbarên hevpeymaniya navdewletiya şerê dijî DAÎŞê , Duglas Siliman Balyozê Amerîkayê li Îraqê û Steve Fagin Konsulê giştiyê Amerkayê li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wan e kir.
Pêşhatên dawiyê yên rewşa herêmî û Îraqê, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê, piştevanîkirina hêzên siyasiyên Herêma Kurdistanê li pirosesa siyasiya Îraqê û hikûmeta wê ya nû, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexadyê û danûstandinên navbera hêzên siyasiyên Herêma Kurdistanê ji bona pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna navbera Barzanî û McGurk de hatin gotûbêj kirin.
Bret McGurk pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku ji bo posta serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye kandîd kirin û jê er serkeftin xwest.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re got ku diyaloga navbera hêzên siyasiyên Herêma Kurdistanê ji bona pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kuridstanê berdewam e û tekîd li ser wê yekê kir ku hikûmeta nû dê ji hêzên serekî pêk bê.
Çend pirsên din yên gerim di rojeva herêmî, Îraqê û Herêma Kurdistanê de û têkeliyên navbera Hewlêr û Waşîngtonê mijarên din yên civînê bûn.