Serokomarê Îranê bersiva nameya serokê Kurdistanê da
Hesen Ruhanî serokomarê nû yê komara Îslamiya Îranê bersiva peyama pîrozbahiyê ya serokê Kurdistanê da.
Birêz Mesûd Bazanî
Serokê herêma Kurdistanê
Bi dilek xweş û bi rêz û hurmet ve min nameya we yên birêz ku, we bi minasibeta serkeftina min di hilbijartinên serokomariya komara Îslamiya Îranê de bo min hinartibû, wergirt. Pêşxistina têkelityan digel welatên cîran li ser esasê cîrantî, rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş, dê ji karên pêşîneyên kabîneya hikûmeta min be. Ez bawer dikim ku, di salên bê de têkeliyên komara Îslamiya Îranê û herêma Kurdistana Îraqê di warên cihê de dê geştir bibin. Ez vê yekê bi derfet dizan im ku hêviya saxlemiyê û serkeftinê ji wer bixwaz im.
Hesen Ruhanî
Serokomarê hilbijartî
Ev jî teksta nameya serokê herêma Kurdistanê ku, bo Hesen Ruhanî hinartibû:
Bi navê Xwedayê mezin û mîhreban
Birêz diktor Hesen Ruhanî serokê hilbijartiyê Komara Îslamiya Îranê
Silavên Xwedê li we bin.
Bi minasibeta hilbijartina we yên birêz weke heftemîn serokê Komara Îslamiya Îranê germitirîn pîrozbahiyên xwe û gelê herêma Kurdistanê pêşkeşî we dikim. Ez bi hêvî me ku, ev yek derfetek be ji bo hindê ku, hikûmet û gelê mezinê Îranê pêşkeftinên zêdetir misoger bike û esasê aşitiyê û pêkvejiyanê û têkeliyên dostane yên navbera gelên deverê xurtir bike.
Ez hêvîdar im dema serokatiya we bibe sedemê zêdetir ber bi pêşvebirina têkeliyên siyasî, aborî û kulturî di navbera her du aliyan de.
Serkeftinê ji we re dixwaz im
Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
16.06.2013