Serokkomarê Tirkiye û serokwezîrê Kurdistanê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro înê 15ê Nîsana 2022yan li Stenbolê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyan.

Di civînê de  rewşa Iraq û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser berfirehkirina derfetên alîkariyê ji bo asayîş û seqamgîriya navçeyê hat kirin.

Herdu aliayan daxwaza xwe ji bo girîngiya pêşvebirina hevahengî û pêwendiya dualî ya di hemû waran de bi taybetî di warê aborî û danûstandina bazirganî de li ser bingeha berjewendiya hevbeş car din anîn ziman.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: