Serokên Heşda Şeibî ji tirsa kujtinê xwe vedişêrin

Heşdî Şeibî û Îranê piştî daxuyaniyên tolhildanê yên Amerîkayê ala spî bilind kirin û paşde gav avêtin.
Baregeha piştgiriya lojîstîk ya Amerîkayê bi navê “Twer 22” li bakurê rojhilatê Urdunê, li nêzîkî sînorê Sûriyê, roja Yekşemê bi firokeyek bê mirov hat êrîşkirin. DYA Îran ji êrîşê berpirsyar dît û da zanîn ku ewê mafê xwe yê tolhildanê biparêzin û bi tundî bersivê bidin.
Îranê îdia kir ku êrîş ne ji aliyê Îranê ve hatiye kirin û têkildarî mijarê nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re şand. Herî dawî grûpa milîsên Ketaib Hizbullah a bi piştevaniya Îranê ragihand ku wan êrişên xwe li dijî Amerîkayê rawestandiye.
Dewleta Îranê û komên girêdayî Heşda Şeibî ditirsin ku rêberên wan yên niha wek Qasem Silêmanî û Ebû Mehdî El Muhendis di qada hewayî de bibin hedef û bên kujtin. Ji ber vê sedemê hat ragihandin ku serkirdeyên Heşda Şeibî şeva borî tevî malbatên xwe ji malên xwe yên li Bexdayê derketine û li deverên cuda li malên veşartî mane. Hişyarî li berpirsên payebilind hatin kirin ku neçin ofîsên Heşda Şeibî.
Çavkaniyên Bexdayê diyar kirin ku malên hemû rêveberên payebilind ên Heşda Şeibî û yên li herêma Kesk jî di nav de, hatine valakirin.
Li gor medya Iraqê, Fermandarê Artêşa Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî yê ku şûna Qasim Silêmanî girtibû, bi dizî ji Bexdayê derketiye û ligel tîma xwe vegeriyaye Tehranê.
Herweha har ragihandin ku çend serkirdeyên Heşda Şeibî tevî malbatên xwe çûne Silêmaniyê.