Civak

Serokê Şaxê İHD Yilmaz: Divê di navbera ‘Rojava û Filistîn’de cudahî neyê kirin

Şerê Hamas û Îsraîlê rojeva dinyayê dagîr kiriye û şer derketiye derveyî sînorên heq û hiqûqê insanetîyê. Di vî şerî de jin û zarok, pîr û kal, bi giştî kesên sivîl tên kujtin û ev yek jî di awira giştî a cîhanê de rastî bertekên mezin tên. Li alîyekî şerê Hamas, Filistîn û Îsraîlê, li alîyê din êrîşên artêşa Tirk yên li ser Rojava û Kurdên Rojava. Dinyaya ku ji bo şerê Filistîn û Îsraîlê dikin qîr û hawar, dengê hawara Kurdên Rojava nabihîzin û bêdeng in.

Di vê derbarê de Serokê Şaxa Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz, ji çapemenîyê re êrîş nirxand û diyar kir ku divê hemû pêkhate li dijî şer aştîyê dixwazin. Yilmaz diyar kir ku bêdengîya li hember êrîşên li ser herêmên sivîl ên Rojava ji ber xitimandina pirsgirêka Kurd û polîtîkayên ewlekarîyê ye û got: “Tirkîye her tim Kurdan ji holê radike û îradeya xwe ya aştîyê bi cîranên xwe re tîne zimên“.

Yilmaz, anî zimên ku li dijî hin herêmên Iraq û Sûrîyê her tim êrîş tên kirin û got: “Ziyana ku ev yek dide jiyana sivîlan nayê paşguhkirin. Têgihiştinek tê afirandin ku hemû mirovên li wir dijîn şervan in û li wir jiyana civakî tuneye”.  Yilmaz, daxuyanîya Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ku gotibû wê bendav û santralên enerjiyê jî bên hedefgirtin, bi bîr xist û got: “Ev bi rastî jî diyar dike ku li wir jiyana sivîl heye û dibe ku sivîl rasterast ji van êrîşan bandor bibin. Wek ku ji gelek wêneyên ku di çapemeniyê de hatine xuya kirin, gelek sivîlên li wê herêmê dijîn jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne”.

‘ROJAVA WEK TÛRNÛSOL

Xizmetê dike’ Yilmaz, diyar kir ku divê di paraztina mafan de bê cudahî dengê xwe bilind bikin û got: “Operasyonên leşkirî yên Tirkîyê yên li dijî herêma Rojava hem ji bo cîhanê hem jî ji bo kesên ku li Tirkîyê daxwaza aştîyê dikin, wek azmûnekê ye”. Çawa ku em kiryarên Îsraîlê yên li dijî welatîyên Filistînê û kiryarên Hamasê yên li dijî sivîlên Îsraîlê şermezar dikin, divê li hember mirin û kiryarên li dijî sivîlên li Rojava jî bi heman rengî bertek nîşan bidin û daxwazên xwe bilind bikin. Divê hem mûxalefet û hem jî gelên ku di vê mijarê de xwedî daxwazên xwe ne, li dijî kiryarên li Sûrîyê û Rojava derkevin”.

Yilmaz bal kişand ser bêdengiya qadên navnetewî, felsefeya damezrandina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi bîr xist û anî zimên ku divê Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina krîzê gavan bavêje û Neteweyên Yekbûyî hem di mijara Fîlîstîn û hem jî di mijara Rojava de peywira xwe bi cih bîne.

Back to top button