Cîhan

Serokê opozîsyona Sûriyê: “Armanc ew e ku Esed mecbûrê çareseriyeke siyasî bibe; Tirkiye ne di nava operasyonê de ye.”

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Hadî El Behra, ku yek ji rêxistinên sîwan ên opozîsyona Sûriyê ye, got ku armanca sereke ya êrîşa leşkerî ya komên Heyet Tehrîr Şam li dijî Helebê û êrîşa Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ye li dijî Tel Rifat ew e ku serokê Sûriyê Beşar Esed neçar bike ku çareseriyeke siyasî bike.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê nûneratiya girûpên dijî Esed dike, di nav wan de Artêşa Niştimanî ya Sûriyê, ku Tirkiyê piştgiriya wê dike cih digre ê ew li gel HTŞê di nava koalisyonekî de ne.

Serokê Koalîsyonê Bahra destnîşan kir ku Tirkiye ne parçeyek ji tevgera leşkerî ya ku ev hefteyek e li Sûriyeyê didomîne.

El Bahra, bal kişand ser wê yekê ku Esat bi rastî nikare erdên xwe kontrol bike û got, “Dema ku gel bi gotina ‘Esat bi ser ket, Esat axa xwe kontrol dike’ ji bo normalîzebûnê ber bi rejîmê ve diçûn, me rewşa li qadê guherand.”

“Operasyona Helebê ji bo tolhildana êrîşên rejîmê û milîsên Îranê pêk hat.”

Hadî El Behra dibêje: Ev operasiyona leşkerî weke tolhildana êrîşên berdewam ên rêjîmê û milîsên Îranê li ser Idlibê û gundewarê Helebê yê rizgarkirî pêk hat. Ew yek ji armancan bû. Yanî herêma ku ev êrîş jê tên rizgar bikin. Ji bo me ev yek ji armancan bû. Armanceke din jî berfirehkirina herêmê û hişt ku bêtir Sûrî vegerin mal û bajarên xwe û vejandina pêvajoya siyasî. Armanca sêyem jî ew bû ku pirsgirêka Sûriyê ya ku di rojeva cîhanê de kêm bûbû, careke din derxînin jor. Hêvîdar im bi van hewldanan bi alîkariya dostên gelê Sûriyê em karibin pêvajoya siyasî ji nû ve çalak bikin û li Sûriyê bigihin çareseriyeke siyasî.

“Eger Esed çareseriya siyasî qebûl neke, ev operasyona leşkerî dê heta Şam, Deraa li her cihê ku pêwîst be dê bidome.”

Back to top button