Cîhan

Serokê welatek: Me çareseriya Korona peydakir

Serok Komarê Madagaskar li ber rojnamevan û kamerayan dermanekî nîşanda û got: Eve çareseriya Korona ye.

Andry Rajoelina Serok Komarê Madagaskar ji medyayên welatê xwe re ragihand ku çareseriya şewba Korona peydakirine. Andry Rajoelina şûşeyekî li destdabû û vexwar.

Serok Komarê Madagaskar spasî Enstîtuya Lêkolîna Tendirustiya welatê xwe kir û eve bi serkeftinekî mezin bi nav kir.

Dermana ku behs dike dermanekî şurube û navê wê kirine (Kovid Organic)e û rêjeyeke bilind ji artemîsya pêkhatie. Her wiha çend maddeyeke din jî têda hatiye têkilhev kirin ku berê jî ev vexwarin ji bo çareseriya çendîn derd û nexweşiyan hatiye bikaranîn.

Propagandaya Serokê Madagaskar di demek daye çend kompanyayekî cîhanî mijulî peydakirina derziya wê virusê ne û ew jî herî kêm 12 – 18 mehan dem digre.

Madagaskar dikevê Rojhilatê kîşwera Efrîqa. Çaremîn girava mezina cîhanê ye û xwediyê % 5 cureyên giyayên cîhane ye.

Back to top button