Polîtîk

Serokê Kurdistanê vegeriya welat

Piştî nîvroya îro çarşem 03/07/2013 Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê, piştî serdanekî fermî ya Rusya û Fransa li rêya Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ve gihîşte Hewlêra paytexta Kurdistanê.

Paşê Serok Barzanî raste rast beşdarî li ahenga 237 saliya ragihandina serbixweyiya Emerîka kir, ku bi amadebûna Konsolê berê û nû yê Emerîka li Hewlêr û hejmarek berpirsên siyasî û hikûmiyên Herêma Kurdistanê birêveçû.

Li vê rêwresmê de hejmarek gotar ji aliyê Konsolê berê û yê nû yê Emerîka li Hewlêr û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin pêşkêş kirin.

Back to top button