Kurt: Eve wêneya rastiya Ergenekone
Abdurahman Kurt Parlementerê berê yê AKP û Mirovê Aqilmend li hevpeyvîneke televizyonî de behsa pêvajoya aştiyê û bûyerên li Parka Gezi ya Stenbolê û bûyerên li Lîce ya bajarê Amedê nirxand.
Abdurahman Kurt di derbarê pêvajoya aştiyê de da zanîn ku ji bo çareserkirina pêvajoyê divê em li hev bicivin, biaxivin û em amadene li gel her rastiyek bimeşin. Em li gel wê aliyêne ku dixwazîn ev kêşe û pirsgirêk bi dawî bibe.
Her wiha Kurt di derbarê bûyera Lîceya bajarê Amedê got: Li wir mirin pêkhatiye û her wiha ji piştve gulle berdane xortekî 18 salî divê aliyê hikûmetê lêpirsînê destpêbike û vê bûyerê rûn bike û bigihe encamê ji ber ku xelkê deverê li benda vê encamêye.
Berdewamiya hevpeyvîna xwe de Kurt ji bo wan wêneyên Abdullah Ocalan û Mustafa Kemal Ataturk li Parka Gezi ya Stenbolê ku pêkve çalakiyê li darxistibûn got: Ew wêne mezinbûna dijminatî kirina Erdogan nîşan dide û em wê wêneyê baş dizanîn ji ber ku bîranîna wê wêneyê li gel me heye û ew rastiya wêneya Ergenekonê ye.