Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Kyriakos Mitsotakis Serok Wezîrê Yunanîstanê peywendiyeke telefoniyê encam dan û têda peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Yunanîstanê guftûgo kirin û her du alî xwestên xwe yên ji bo pêşxistina warên peywendiyan, hevbeşî û alîkariya du aliyane dûpat kirin.
Birêz Serok Wezîrê Yunanîstanê daxwaza lêborînî kir ku serdana çaverêkiriya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê hate paşxistin û xwesta xwe ya ji bo encamdana serdanê di demeke guncaw ya paşerojê de nîşan da.
Pêşhatên dawî yên belavbûna pejika virusa Korona, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî û çend babeteke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, aliyeke dinê peywendiya telefoniya di navbera wan bû.