PolîtîkRojev

Baroyên Kurdistanê êrîşên nijadperest şermezar kirin.

Li hinek bajarên Tirkiye kurdên ku li wan deran dixebitin rastî êrîşên gurubên Tirkên nijadperest tên. Gelek cara di van êrîşan de kurd jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin. Herî dawî Li Konya , Afyon û Enqere hinek kurd bûn armanca êrîşên nijadperestî du kes bi giranî 12 kes birîndar bûn. Her cara ku ev bûyer rûdidin aliyên siyasî û dezgehên sivîl van bûyeran şermezar dikin û bûyer têne ji bîr kirin.

Herî dawî ji bo vê êrîşa nijadperest 15 baroyên bajarên Kurdistanê daxûyaniyek hevbeş derxistin û bûyer şermezar kirin. Baroyên Agirî, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha û Wanê jî derbarê van êrişan de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin. Baro di daxûyaniya xwe de dibêjin: Nasname û zimanê Kurdî dibin bingehê van cureyên êrîşan .

 15 baroyan di daxuyaniya hevbeş de êrişên nijdarperest ên li dijî Kurdan şermezar kirin û daxwaz kirin ku dawî li “siyaseta cudakar a li dijî Kurdan” bê anîn û lêpirsîneke bilez û karîger derbarê êrişan de bê pêkanîn.

Back to top button