Polîtîk

Serokê Kurdistanê û Serok Wezîrê Iraqê civiyan

Îro dûşem 06.04.2015 birêz Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê bi serdanekî gihîşte Herêma Kurdistanê û li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên siyasî û emniyên bilindên Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin.

Piştî bîhnvedaneke kurt li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê Serok Wezîrê Iraqê û şanda li gel ku ji Xalid El Ubêdî Wezîrê Bergiriya Hikûmeta Iraqê û Mihemed Salim El Xeban Wezîrê Navxoya Hikûmeta Iraqê û Dr Casim Mihemed Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê û Ferîqî Yekem Babekir Zêbarî Serok Erkanê Iraqê û hejmarek ji berpirsên serbazî û emniyên Hikûmeta Iraqê pêkhatibûn, li bajarê Hewlêrê li gel Serok Barzanî civiyan.

Li vê kombûnê da ku Kosret Resûl Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Kerîm Şingalî Wezîrê Navxoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên siyasî û emnî û serbaziyên Herêma Kurdistanê amade bûn. Serok Wezîrê Iraqê li axaftina xwe de balkişand li ser wan berjewendî û xalên hevbeş ku zêdetirin ji xalên nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexda û bi pêwîstî zanî ku kar li ser berjewendî û xalên hevbeşên her dû aliyan bê kirin û bê pêşxistin. Eve jî ragihand ku hez bi pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê dike û ji bo rûbirûbûna Da’îş jî pêwîstiya me bi karên hevbeş û hemahengiya zêdetir ya di navbera her dû alî de heye. Serok Wezîrê Iraqê eve jî behs kir ku li şerê dijî Da’îş da tu sînorek tûne ji bo bilindkirina hemahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Serok Wezîrê Iraqê û şanda li gel kir û hêvî xwest ev serdan serkeftî bê û dergeh ji bo hevkarî û hevdû têgihiştin û hemahengiya zêdetirê di navbera Herêm û Bexdayê de bike. Serok Barzanî behsa qehremaniya Pêşmerge ya li dijî terorîstan kir û balkişand li ser wê yekê ku Kurdistan li rûyê êrîşeke dirindaneya dijminekî pirçek û bê ehlaq hatiye û karî wan têkbişkîne. Serok Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo wê yekê nîşanda ku hemahengî û hevkariya hêzên Iraqê bike li derxistin û ji navbirina terorîstên Da’îş.

Her li vê hevdîtinê de serkeftinên hêzên Pêşmerge û her wiha proseya azadkirina Tikrît ji aliyê hêzên Iraq û plana azadkirina bajarê Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û biryar jî di derbarê pêkanîna lîjneya hevbeşa serbazî ji bo nirxandina plana azadkirina Musil û lîjneyekî hevbeşa taybetî jî ji bo çawayiya muamelekirina li gel qonaxên piştî azadkirina Musilê dan.

Her li vê kombûnê da tekez li wê yekê kirin ku hebûna hereşe li ser Kurdistan û Iraqê hereşeyekî hevbeşe û pêwîste jî bi tevahî Iraqê ji çengê terorîstan rizgar bikin. Peywendiyên di navbera Herêm û Bexda û rêyên çareserkirina kêşe û nakokiyan mijareke dinê vê kombûnê bûn û her dû alî li ser ewe hevrebûn ku pêwîste peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda bi erênî bê wergirtin.

Piştî temambûna kombûnê Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê li civîneke rojnamevanî de naveroka kombûna xwe ji bo ragihandinan xistin rû û bersîva pirsiyara rojnamevan û medyakaran dan.

Piştî civîna rojnamevaniyê Serok Barzanî û hejmarek ji berpirsên îdarî û siyasiyên Herêmê li gel Serok Wezîrê Iraqê û şanda Hikûmeta Iraqê bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna rewşa jiyana koçber û penaberan serdana wargeha koçberan li Behirkê ya nêzîkî bajarê Hewlêrê kir.

Hêjayî gotinê ye her êvariya îro Heyder Ebadî dawiyê bi serdana xwe ya Herêma Kurdistanê anî û li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Serok Barzanî ve hate birêkirin.

 

 

Back to top button