Polîtîk

Serokê Kurdistanê û Mîrê Kuweytê civiyan

Li çarçêweya serdana fermî Serok Barzanî û şanda li gel ya welatê Kuweytê roja yekşem 14.06.2015 Şêx Sebah Ehmed Cabir El Sebah Emîrê Kuweytê li Koşka Elseyf pêşwaziya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel kir. Li civînê de Emîrê Kuweytê xweşhaliya xwe ji bo serdana Serok Barzanî nîşan da û bi germî bi xêrhatinê lê kir. Paşê Serok Barzanî û Emîrê Kuweytê civîneke dû qolî encam dan û têda rewşa siyasiya navçeyê nirxandin.Her heman roj Serok Barzanî li cihê xwe yê mayînê pêşwaziya Şêx Nasir Sebah El Ehmed El Sebah kir û li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya navçeyê û her wiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û dewleta Kuweytê xistin ber behs.Piştî vê kombûnê Serok Barzanî pêşwaziya Şêx Cabir El Mubarek El Hemed El Sebah Serokê Encûmena Wezîrên Kuweytê kir. Li hevdîtinê de behsa peywendiyên siyasî û aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û dewleta Kuweytê û çawayiya berfireh kirina peywendiyan kirin bi taybetî warê aborî û veberhênan û handana veberhênerên Kuweytê ji bo veberhênana li Kurdistanê. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de bi mebesta berfirehtir kirina peywendiyan vekirina hêla raste rasta firokevaniyê li navbera her dû Firokxaneyên Hewlêr û bajarê Kuweytê guftûgo kirin.Nîvroya roja yekşem 14.06.2015 li ser şerefa Serok Barzanî firavînek ji aliyê Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Sebah Welî Ehdê Kuweytê ji bo Serok Barzanî û şanda li gel saz kir ku Serok Wezîrê Kuweytê û hejmarekî zêdeyê Wezîr û berpirsên dewleta Kuweytê têde amade bûn.Serok Barzanî wêstgeha dawî ya serdana xwe ya dewleta Kuweytê serdana Konsolxaneya Iraqê ya li bajarê Kuweytê kir û ji aliyê Mihemed Husên Behrilulum Balyozê Iraq li Kuweytê û berpirsên Balyozxaneya Iraqê ve hatin pêşwazî kirin.Hêjayî gotinêye li van hevdîtinan de Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Elî Sindî Wezîrê Plandanan û Selahedîn Babekir Wezîrê Karebaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Serok Barzanî bûn. 

Back to top button