Civak

Serokê Kurdistanê serê sala koçî pîroz kir

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo serê sala nû ya koçî

Yekê Muherrem, serê sala nû ya koçî li tevahiya misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz bê, hêvîdarim sala nû ya koçî, dawiyê bi êş û girift û kêşeyên misilmanan û hemû mirovayetiyê li gel xwe da bîne, saleke pir li xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Xwedayê mezin pejika Korona û encamên wê yên dijwarên aborî û tendirustiya li ser cîhanê nehêle, li sayeya pêkvejiyan û lêborînî, şadî û aramî û xweşguzeranî rû li Kurdistanê bike, Kurdistaniyên azîz û tevahiya mirovayetiyê selamet û parastî bin.

Hemû salek bi xweşî û li hemû aliyek pîroz bê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

29 Zulhucce 1441 yê koçî
19/08/2020

Back to top button