Vîdeo

Serokê Kurdistanê: Piştî çend rojeke din pirsa Serokayetiyan jî dê bête axaftin(Video)

Civîneke dîrokî

Li destpêka civîna rojnamevaniyê da Serokê Herêma Kurdistanê nîşan da ku ev civîna li Hewlêr bi xwe serkeftin û destkefteke ji bo hemû Iraqê û Serok Barzanî got:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Hûn hemû bi xêrhatin, rêzdaran, kombûna serkirdeyên Iraqiyan îro li Hewlêr destkeftekî mezine û serkeftineke, neku tenê ji bo Herêma Kurdistanê, belku ji bo Iraq û hemû Iraqiyan. Li vir da dixwazim spas û rêzên xwe ji bo birayan û hevkarên xwe, serkirdeyê siyasiyên Iraqê tomar bikim ku piştî hilbijartina adara derbasbûyî ji bo beşdarî kirina li yekemîn kombûna hatin Hewlêr û bi vî awayî ku hemû serkirdeyên Iraqê li xwe bigrê. Ev kombûn bi xwe jî destkefte û li ser berdewambûna kombûnan li Bexda rêkkeftîn û piştî van du rojan ber li encamdana rûniştina Parlemen kombûnên bi vî awayî bi berdewamî dihête encam dan. Her wiha li gel serkirdeyan di derbarê xişteya karên paşarojê bi rêkkeftîn û hêvîdarîn hemû erk û karê xêrxwazan ji bo derketina ji wê qeyrana ku ev demek li bendê ne çareser bikin serkeftî bibê.
Ez li vir da ji bo sebir û aram girtina wan spas û rêzên xwe pêşkêşî gelê Iraqê dikim.

Civîneke girîng li Bexda

Li bersîva pirsiyarek da di derbarê hebûna ra û helwestên cûdayên di derbarê kombûnên aliyê siyasiyan û encamên wê, Serokê Herêma Kurdistanê nîşan da li kombûnên dû rojên pêş da wan hemû pirsên ku mane bi tevahî behs dihêne axaftin û got: Li kombûnên sibê û du sibê û hemû ew pirsên ku mane dihêne axaftin û hêvîdarîn bigihîn encama hatiye xwestin, raste rayên cûda di derbarê gelek meseleyan de hebûn, lê belê hemû aliyek di derbarê xişte û cedwela karan ve bi rêkkeftîn û tu helwest ne li dijî wê ne.

Êrîşa boykotkirina civînên li Bexda

Çend aliyeke Iraqî êrîşî wê yekê kiribûn ku li kombûnên Bexda de beşdarî nekin eger bêt û daxwazên wan neyê bi cîh kirin, li vî derbarî de Serok Barzanî hêvî xwest hemû aliyên Iraqiyan têda beşdarî bikin û tu aliyek boykot neke û got: Hêvîdarim hemû aliyek li kombûnên pêş de beşdar bibin û her kesek azade dîtin û nêrîna xwe çawa derbibrê, lê belê ewê ku îro me dît rewşeke gelek erênî bû û tu tiştekî wiha jî nebû ku cihê metirsiyê bê û hêvîdarim ev rewş li kombûnên pêş da jî berdewam bibê.

Kurd neteweya serekiya duyeme

Serokê Kurdistanê carekî din dûpat kir ku wergirtina posta Serokayetiya Komar ji aliyê Kurd ve parekî neteweyiye ji ber ku Kurd neteweya duyema Iraqe û mafê xwe heye vê postê werbigrê û got: Em rêz li hemû nêrîn û dîtinên hemû aliyek digrîn lê belê pêwîste rûn û diyar bê Iraq ji du neteweyên serekî pêkhatiye û eve jî ji dema damezrandina Iraqê de li destûr da hatiye û li destûra piştî 14 ê temmûz û piştî rêkkeftina adara 1970 bala wê yekê kişandiye, pêwîste hemû aliyek jî li wê rastiyê têbigihin. Kutleya Kurdistanî tenê nûnerayetiya hizb û aliyê siyasiyên Kurdistanê nake belku nûnerayetiya neteweya duyema Iraqê dike û ewê Kurd daxwaz dike parekî neteweyiye neku parekî hilbijartinê ye.

Kes zext li ser Kurd nake

Di derbarê hebûna wan zextên ku qaşo bi mebesta dev jê berdana Kurd li posta Serokayetiya Komar piştî belavbûna dengê wê yekê ku birêz Mam Celal dev ji daxwaz kirina vê postê aniye û pirsê ji bo lîsteya Kurdistanî bi cîh hiştiye bi taybetî piştî serdana Ahmed Davudoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye ku ewî bi xwe daxwaz ji Kurd kiribê ku dev ji vê postê berdin, Serokê Herêma Kurdistanê nîşan da dîtin û nêrînên wiha hene Kurd dev ji wê postê berdin lê belê eve pêwendî bi kolanên Kurdistanê ve heye neku biryara takekeseke û got: Hinek nêrînên wiha hene ji aliyê derve ji bo guhertina postê serekiyan lê belê li gor nêrîna me ne wihaye û dûpat dikim eve parekî neteweyiye û pêwendî bi Parlemena Kurdistanê û kolanên Kurdistanê ve heye û ne biryara yek kese û tu kes zext li ser Kurd nake lê belê rayên cûda hene û ev pirs jî bi tu awayekî li kombûnên di navbera me û Wezîrê Derveyê Tirkiyê de nehatiye axaftin.

Destpêşxeriyekî nîştîmanî

Serokê Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku ew destpêşxerî serbikevê ji ber ku destpêşxeriyekî Iraqî nîştîmaniye û got: Hêvîdarîn ev destpêşxeriya nîştîmanî serbikevê ku li songeya hestkirinê dê bi berpirsiyarêtiya beramber bi Iraq û çarenivîsa hevbeşa Kurd û Ereb li Iraq û berjewendiya hevbeş ji bo wê yekê ez dibêjim baştire bi pleyek cext li ser destpêşxeriya Iraqiyan bikîn û spasî hemû destpêşxeriyên din dikîn ku ji bo yarmetiya Iraqe bi taybetî ji aliyê Şahnişînê Erebî Sû’ûdî lê belê pêwîste hemû tişt li Iraqê bête bi cîh kirin. Dibe ku destpêşxeriya Sû’ûdî yarmetîder bê ji bo wê yekê ku bibê bingehek ji bo aştîvaniya hevbeş û bibê sedema encamdana kongreyek ji bo aştîvaniya hevbeş.

Serkeftinekî girîng

Serokê Herêma Kurdistanê dûpat kir ku rûniştin û kombûna van serkirdeyan bi xwe serkeftineke ji bo Iraqê û hengavekî girînge ji bo paşarojê û got: Sazkirina vê kombûnê bi xwe girîng bû ji bo hemû aliyek û destkeftekî girînge û hengaveke berev pêşve li piştî hilbijartinê jî heta ku niha kombûneke bi vî awayî nehatiye encamdan, ji wê demê ve heta niha kombûn du qolî an sê qolî bûn û heta niha tu kombûneke wiha nehatiye dan, ev kombûn ji bo gelek tiştên paşarojê hengavekî girîng bû.

Siyaset baweriye

Sedema vekişana hêzek an lîsteyek li proseya siyasiya Iraqê û wergirtina rola opozîsyon bi taybetî ji aliyê lîsta (El Iraqiye) ve bi rûnî li daxûyaniya serkirdeyên vê lîsteyê ve reng daye, li vî derbarî de Serokê Herêma Kurdistanê nîşan da proseya siyasî bi baweriyê ve dihête encam dan û her kesek azade li wê yekê ku çawa beşdarî li proseya siyasî dike lê belê pêvajoya welat dixwazê hemû aliyek beşdarî li vê proseyê da bikin, Serok Barzanî got: Karê siyasî divê bi baweriyê ve bê lê belê pêwîste berjewendiya bilinda welat li berçavê hemû aliyek da bê. Her aliyek jî dikare bibê opozîsyon, lê belê niha û ji bo demeke din jî pêwîste hemû alî bi pêkve nexwe li vî baştir û xweştir tiştek din tûne hinek hukim bikin û hineke din jî li opozîsyonê da bin.

Geşbînî bi encamênî kombûnê ve

Serokê Herêma Kurdistanê dûpat kir rewşa kombûnê gelek erênî bû ku hêviyê bi hemû aliyek bexşî ji bo kombûnên pêş de jî got: Birastî rewşa kombûnê gelek erênî bû eger ew hevdîtin jî bi vî awayî rewşeke erênî de berdewambû ez bi wê yekê geşbînim ku Hikûmet li demeke nêzîk da pêkdihêt.

Rêzê me ji bo neteweya Turkmen heye

Li demek de ku hemû hêzên rejîmê êrîşên cîddî li ser Herêma Kurdistan û ezmûna siyasiya Herêma Kurdistanê da hebû rêz ji bo tu netewe û pêkhatek tûnebû, Serok Barzanî yekem kes bû bikaranîna destewajeya kemîneyê ji bo pêkhata Turkmen û Aşûrî û Kildan ret kir û Serokê Herêma Kurdistanê li vî derbarî de got: Iraq ji du neteweyên serekî Ereb û Kurd pêktê şan bi şanî neteweyên dinên bira, lê belê her du neteweyên Ereb û Kurd du neteweyên serekîne, neteweyê Turkmen mafê xwe heye û me hewleke zêde ji bo vê yekê da ew neteweye û birayên Aşûrî û Kildanî û Suryanî bi mafê destûrî bi xwe şad bin û em jî piştgiriya mafên wan dikîn.

 

 

 

Back to top button