Îroj

9 Sermawez

Di sala 1989an û di rojekî wek îroyê de

Diwarê Berlîn (bi Almanî Berliner Mauer ) piştî daxuyaniya Meclîsa Komara Demoqratîk a Almanyayê digel hemî tesîsên xwe hatiye hilweşandin.

Diwarê Berlîn di 13ê Gelawejê û 1961’an de ji aliyê biryara Meclîsa Komara Demoqratîk a Almanyayê ve hatiye çêkirin. Komara Demokratîk a Almanyayê ji ber pêşîgirtina revîna hemwelatiyên xwe destpê avadaniyê Diwarê Berlînê kir. Diwar bi dirêjahî  46 km ye.

Diwarê Berlîn li rojavayê bi salan weka ‘’Diwara Fedî’’ (Schandmauer) hatîbû bilêvkirin. Diwarê Berlîn weka giravek bajarê Berlînê dorpeçandîbû.

Bajarê Berlîn piştî Şerê Cihanê II. ji aliyê hêzen dagirker ve weka herêmên Emerikî,Fransî,Înglîz û Sovyetî bû çar perçe. Piştî demekî kin îttîfaqa rojavayi ( Îngîlîz, Emerîkan û Fransî ) perçeyên xwe di bin rêveberiyekî de civandin.Yekîtiya Sovyetan jî ji vê rewşê aciz bû û li dijî vê yekîtiyê derket.

        Parvekirina bajarê Berlînê

 

Hêzên dagirker yên rojavayî li dijî Sovyetan bi armanca avakirina qereqolekî li dijî Sovyetan li Berlînê dixebitîbûn. Yekitiya Sovyetan jî li hemberê wê daxwazê li Rojhilata Berlînê destpê avakirina rejîmekî nû kir.

Aboriya Komara Demoqratîk a Almanya pişta xwe ji Sosyalîzmê didan û carîna kesên Rojhilatî ber bi Rojavayê ve revîyabûn. Navenda revîn jî bajarê Berlîn bû.

Ji boYekitiya Sovyetan rojavayê Berlînê wekê navenda fesadiyan û kela kapîtalîzmê û navenda antî-propagandayê bû. Yekîtiya Sovyetan avakirina diwarê wekê çareseriyek didît û destpê çêkirina sînorê kir.

Sînor di sala 1952an de hatîbû nîşankirin lê Serokê Partiya Yekîtiya Sosyalîst ( SED ) Walter Ulbricht ji bo avakirina diwarê ji serokên Sovyetan re pêşniyarek kir û piştî pesendkirina Serokên Sovyetan diwarê Berlînê hatîbû avakirin.

 

Back to top button