Polîtîk

Li Kerbelayê êrîşek bombeyî: 10 kes jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Iraqê heciyên Îranî hedef hatin girtin û di êrîşa bombeyî de herî kêm 10 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî brîndar bûn.

Berpirsyaran da zanîn ku bombe ji trîmbelekî re hate girêdayîn û li kêleka Otobusekî Heciyên Îraniyan hate teqandin.Di nava kesên brîndar û miriyan de pirtir Heciyên Îranî hene.

Êrîşê bombeyî li nêzîkî Tirba Îmam Alî Huseyînê pêk hatiye.Tên taxminkirin ku li paşê êrîşê terorîstên Sunnî hene.
Bajarê Kerbala ji kesên Şi’iyan bajarekî pîroze. Her roj ji Îranê herî kêm 1500 kesan tên Iraqê û li bajarên Kerbala û Necefê serdana wargehên pîroz dikin.

Êrîşê li Kerbelayê , berêya civîna li Hewlêrê pêk hat.Serokên Kurd û Iraqî sibê jî li Baxdayê bên cem hev.

Wezîrê Karên Derveyê Iraqê Hoşyar Zebarî heftekî berê sedema zêdebûna bûyerên tundûtijîyê ji avanekirina hikumetê re girêdabû.

Back to top button