Serokê Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê N.Y. (UN) kir

Îro pênçşem 08.05.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nîkolay Maldînov Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqa Federal kir.

Li hevdîtinê de pêşhatên dawî ya siyasiya navxweyî ya Iraqê û her wiha hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û parêzgehên Herêma Kurdistanê û encam û bandorên wê hilbijartinê hate nirxandin û Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê xweşhaliya xwe ji bo serkeftina proseya hilbijartinan li Herêma Kurdistan û Iraqê ragihand û hêvî xwest ku ev hilbijartin û encamên wê bibê sedema baştirbûna pêvajoya asayîşa Iraqê û dawî anîna qeyrana siyasî û dirustbûna guhertinên erênî li proseya siyasiya Iraqê da.

Di derbarê bi beşdariya Kurd li danustandinan û li Hikûmeta nû û proseya siyasiya Iraqê de Serok Barzanî tekez li berçavgirtina prensîpa şeraketa kirdarî ya li hukimraniya Iraqê da kir û balkişand li ser wê yekê ku pêwîste hemû aliyek li benda encama fermî ya hilbijartinan bîn û li bin ronahiya encaman axaftinê li ser hêlên giştiyên Hikûmeta nû ya Iraqê bikin.

Li vê hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraq amadehiya xwe û rêxistina Neteweyên Yekgirtî ragihand ji bo wê yekê ku yarmetiya aliyên siyasiyên Iraqê ya li proseya danustandin û çareserkirina qeyrana siyasiyên Iraqê bide.

Nerîna min :