Polîtîk

Serokê Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê Almanya kir

Berî nîvroya îro pênçşem 24/09/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Klemens Semtner Konsolê Giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, rûbirûbûna pejika virusa Korona, şerê dijî terorê û erkê hêzên Almanî li Herêma Kurdistanê li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îşê nirxandin û di derbarê hilbijartinên pêşwext ya nû ya Iraqê û hengavên dawî yên guftûgoya Hewlêr – Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan de, danustandina bîr û ramanan kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgîrî û hevkariyên Almanya yên li warê serbazî û mirovî da dûpat kir û balkişand li ser girîngî û bandora wan hevkariyên li rojên dijwarê şerê Da’îş da kirin. Her wiha tîşk xiste li ser hevkariyên miroviyên ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û pêşwazîkirina hejmareke zêdeyê rizgarbûyên Êzdî yên ji destê Da’îşê yên ji bo wergirtina çareseriyê li Almanya, heman demê de di derbarê rewşa Iraqê jî çareserkirina kêşeyên navxweyî bi klîla aramiya Iraqê da zanîn.

Ji aliyê xwe ve birêz Konsolê Giştî yê Almanya ji bilî dûpatkirina piştgîrî û hevkariya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê, pesnê hêzên Pêşmerge û rola Herêma Kurdistanê li şikandina Da’îş û hewandina xelkê koçberên ji pêkhatên Iraqê û penaberên Sûriyê kir û daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Back to top button