Serokê Kurdistanê pêşwazî li Serokê Encumena Bilinda Îslamî ya Iraqî û şanda li gel kir
Îro sêşem 12/01/2010 Seyîd Emmar El Hekîm Serokê Encumena Bilinda Îslamî ya Iraqî û şanda li gel ku pêkhatibûn ji rêzdar Şêx Mihemed Teqî Mewla û Hadî El Amrî û Reza Cewad Teqî û Seyîd Muhsîn El Hekîm, gihiştin Herêma Kurdistanê û ji aliyê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ve li nêzîkî bajaroka Bestore pêşwaziyeke germ li wan kir.
Paşê li hevdîtinê de ku birêz Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partî û Azad Berwarî Cîgirê Serokê Encumena Wezîran û Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêm amade bûn, Semahetî Seyîd Emmar El Hekîm Serokê Encumena Bilinda Îslamî ya Iraqî spasî Serok Barzanî kir ji bo wê pêşwaziya germ a ku li birêz û şanda li gel hate kirin û mebesta vê serdana Herêma Kurdistanê jî ronahî kir ku ji bo spas kirina Serok Barzanî û Berpirsên Herêma Kurdistanê û tevahiya gelê Kurdistanê ji bo wê helwesta camêraneya ku li dema koça dawî kirina xwedê jê razî Semahetî Seyîd Ebdulezîz El Hekîmê bavê wî ve nişanda, bi taybetî li danana serxweşiyê li hemû parêzgehên Kurdistanê da û vê hevsoziya Serok Barzanî bilind nirxand û ragihand ku eve wê yekê nîşan dide ku pêwendiyên di navbera her du alî de pêwendiyeke bi hêze û hevsoziyeke hevbeş li navbera wan de heye.
Her wiha Semahetî Seyîd Emmar El Hekîm eve jî ragihand ku bavê wî hez kirineke taybetî ji bo Serok Barzanî hebû, ew hez kirin ji bo me jî wekî jêdereke ku ew jî bi sedema hîkmet û dûrbîn û helwesta nîştimaniyê ve yeke ku hemû Iraqiyek şanazî pê ve dike.
Li beramber de, Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi vê serdana Semaheta Seyîd Emmar El Hekîm derbirî û ragihand ku îro şerefmende bi hevdîtina cenabê wî û koça dawiya xwedê jê razî ya Semahetî Ebdulezîz El Hekîm bi ziyaneke mezin ji bo hemû gelên Iraqê da zanîn û hêvî xwest ku Semahetî Seyîd Emmar El Hekîmî kurê wî dirêje pêderê wan prensîpan bê ku xwedê jê razî li jiyana xwe de darêştibû.
Her wiha Serok Barzanî balkişand li ser pêwendiya dîrokiya di navbera her du alî de û ragihand ku ev pêwendî li serdema merce’a mezina Semahetê Seyîd Muhsîn El Hekîm ve vedigerê û her li wê serdemê ve heta niha hevbeşeke mezin me kom dike ku dibe ku zêdetir jî xurt bikin bi mebesta parastina Iraqa Federal û demokrat û xurtkirina destkeftên bilindên gelê Iraqê.
Her li vê hevdîtinê de, Serok Barzanî li gel Semahetî Seyîd Emmar El Hekîm çendîn meseleyê mîhwerî nîqaşkir, wekî xurtkirina bi pêwendiyên di navbera hevpeymaniya Kurdistanî û Îtîlafa Nîştimaniya Iraqê, bi taybetî li gel Encumena Bilinda Îslamî da ji bo gihiştina bi mekanîzmeke pêwîst bi navê çalakkirina karê hevbeş û her wiha bîrokeya damezrandina bereyeke nîştimanî ya berfireh bi mebesta parastina aramiya li Iraqê û berev pêş birina proseya siyasî, bi awayekê ku nêrîneke rûn û xwedî planeke tokme bê.
Xurtkirina diyalog li navbera aliyê serekiyên grupên siyasiya Iraq û her wiha meseleya hilbijartina nû ya Encumena Nûnerên Iraqê du mijarê dinê vê hevdîtinê bûn.
Her wiha li dawiya hevdîtinê de, her du alî cext li ser berdewambûna van cure hevdîtinan kir bi navê çalakkirina pêwendiyan û hevkariya hevbeş li navbera her du alî li der barê mesele û armancên hevbeşan û ew prensîpên ku wan kom dike.