PolîtîkRojev

Serokê Kurdistanê li gel Serokê Parlemena Iraqê civiya

Nîvroya îro çarşem 02/09/2020 li Bexdayê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Mihemed El Helbûsî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê civiya.

Li civînê de proseya siyasî û karê Encumena Nûneran û Yasadan, babeta Dadgeha Federalî û mekanîzma berbijêrkirina endaman, proseya hilbijartina paşeroja Iraqê, metirsiyên terorê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, rewşa giştiya welat bi taybetî navçeyên ziyanberketiyên şerê dijî Da’îş û pêwîstiyên wan, pejika virusa Korona, rewşa pêkhatan û çend pirseke din guftûgo kirin. Her du alî tekez li ser girîngiya hevbeş û hevkariya di navbera aliyan û pêkhatên welat ya ji bo rûbirûbûna gefên vê qonaxa welat û derbaskirina qeyranan kirin.

Li beşeke dinê civînê de ku birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, rewşa koçberên şerê Da’îş li wargehên Herêma Kurdistanê û hewlên vegerandina wan, pêwîstiya zêdetir girîngîdana bi rewşa asayîş û aramî û avadankirina navçeyên ziyanberketiyên şer û pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi xelkê koçberên wan navçeyan, li gel çend pirseke din xistin ber behs û guftûgoyan.

Back to top button