PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî û Emar El Hekîm civiyan

Li berdewamiya serdana xwe ya Bexdayê de, nîvroya îro çarşem 02/09/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Seyîd Emar El Hekîm Serokê Tevgera El Hîkmeya Niştimanî civiya.

Li kombûnê da rewşa Iraqê û pirsa hilbijartina pêşwext û kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û guftûgo û hengavên çareserkirina wan, xistin ber behs û guftûgoyan. Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li birêz û pêkhênerên Hevpeymaniya Iraqiyun kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Her du alî hevramanbûn li ser girîngiya hebûna îradeya siyasî ya ji bo çareserkirina kêşeyên welat û hevkarî û karên pêkveyî ya li navbera aliyên niştimaniyên Iraqiyan da bo ku pêkve bi nêrîneke nû ji bo paşerojê hengavan bavêjin, rûbirûya gefan bibin û welat ji kêşe û qeyranan derbas bikin.

Li civînê de ku birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, rûbirûbûna terorê, proseya siyasiya welat û girîngiya beşdarî û hevbeşiya pêkhatên Iraqiyan ku têda, parastina yasa û serweriya welat, pêgiriya bi destûr û sîstema federaliyê ve ji bo parastina aramiya li Iraqê û çend pirseke din hatin behs kirin û li vî derbarî de danustandina bîr û ramanan kirin.

Back to top button