Polîtîk

Serokê Kurdistanê li gel Mistefa û Ebdulmehdî cûda cûda civiya

Îro dûşem 16.06.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Newşîrwan Mistefa Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran kir.

Di kombûnê da bi hurî pêvajoya siyasî û emnî ya niha ya Iraqê hate nirxandin û her wiha di derbarê amadekariyên Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûna metirsiyan û parastina Herêma Kurdistanê ji wan tehdîdan de guftûgo kirin. Li vê hevdîtinê de her dû alî xweşhaliya xwe bi wê yekdengî û yekhelwestiyê derbirî ku ji aliyê hêz û aliyên siyasiyê Kurdistaniyan ve li beranber pêşhat û pêvajoya siyasî û emnî ya nû li ber girtine. Tekez jî li wê yekê kir ku muamele kirina li gel rewşa aloza emnî û siyasî ya Iraqê nirxandin û dûrbînî pêwîste.

Derencam û wêstgehên serdana vê dawiyê ya Serok Barzanî ji bo welatên Ewrûpî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Îro dûşem 16.06.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Adil Ebdulmehdî serkirdeyê li Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de pêvajoya siyasî û emnî ya Iraqê û metirsiyên vê qonaxa Iraqê hatin nirxandin. Her wiha pêvajoya qada navîna Iraqê û bajarê Bexda û pêşhatên serbazî û emniyên dawî mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Back to top button