PolîtîkRojev

Serokê Kurdistanê li gel Balyozê Amerîka civiya

Roja 24.02.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê kir.

Li civînê de pêşhatên dawî yên emnî û siyasiyên Iraqê û êrîşên ser Hewlêrê, paşê Beled û Bexda hatin guftûgo kirin û tekez li ser girîngî û pêwîstiya hemahengiya di navbera aliyên peywendîdar li Iraq û Herêma Kurdistanê û berdewamiya alîkarî û piştgîriya hevpeymaniya navdewletî ya ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramiyê kirin.

Balyozê Amerîka pêgiriya welatê xwe ya bi berdewamiya diyaloga stratejiya Amerîkî – Iraqî dûpat kir û Serok Nêçîrvan Barzanî jî diyaloga stratejî wekî çarçêweyekî girîng ya ji bo pêşxistina peywendiyên Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê da zanîn, dûpat jî kir ku Herêma Kurdistanê xwazyarê peywendiyeke tendirust û çalake li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê û amadeye kêşeyên li ser bingeha destûr çareser bike.

Rewşa Herêma Kurdistanê û girîngiya yekrêziya aliyan, pêşhatên dawî yên belavbûna pejika Korona û hewlên ji bo dabînkirina derziyan, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û alîkariya Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî ya li vî derbarî de, rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, rewşa deşta Nînowa û çend pirseke dinê girîng û hevbeş bûn, xistin ber behs û guftûgoyan.

Back to top button