Polîtîk

Serokê Kurdistanê li gel Babe Şêxê Êzdiyan civiya

Îro dûşem 04.08.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Babê Şêxê Êzdiyan û şandekî li gel kir ku ji kesayetî û Serok Eşîrên Êzdî û devera Şengalê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de rewşa navçeyên Şengal û Zûmar û rewşa xeraba koçberên bajarê Şengalê xistin ber behs û Babê Şêxê Êzdiyan daxwaz ji Serok Barzanî kir ku hemû hewlekî bide bo ku çareseriyek ji bo wê karesata li ser Êzdiyan û xelkê navçeyê Şengalê hatiye bê peydakirin û her wiha dergeh ji bo xelkê deverê bê vekirin bo ku şan bi şanî hêzên Pêşmerge şerê terorîstan bikin û devera wan ji terorîstan bê paqij kirin.

Li vê kombûnê da Serok Barzanî beranber wê karesata li ser xuşk û birayên Êzdiyan hatiye nîgeranî û hevxemiya xwe nîşanda û balkişand li ser wê yekê ku qedera gelê Kurd ewe bûye ku herdem dijminê dilreq û bêwîjdan hebûye û karesat li pişt karesatan bi gelê Kurdistanê dibîne. Ji bilî wan hemû karesatan gelê Kurdistanê xwe bi dest ve nedaye. Serok Barzanî bi şanda mîhvan ragihand bi rûh û bi can em amadene bergiriyê li ax û kerameta xuşk û birayên Êzdî bikîn û ewê ji destê me bê ji bo yarmetîdan û rizgarkirina koçberan û azadkirina axa Kurdistanê ji destê terorîstan dikîn. Serok Barzanî balkişand li ser resenayetiya Kurdên Êzdî û ragihand ku tu dijminek nikarê Kurdên Êzdî li nav bibe û li ser parastina Êzdiyan û vegerandin azadkirina hemû bistêkî devera Şingalê sûrîn. Serok Barzanî eve jî xisterû ku li gel aliyên Iraqî û navdewletiyan li peywendiya berdewam daye bo ku bi zûtirîn demî çareseriyekî bi lez ji bo wan koçberan bê dîtin ku hêviya xwe birine çiyayê Şengalê û li rewşeke xerap dane. Serok Barzanî di derbarê şerê terorîstan jî ragihand eve dû mehe hêza Pêşmerge bi tenê û bi îmkaniyateke kêm bergiriyê li Kurdistanê dike û Hikûmeta Iraqê û hêzên navdewletiyan jî yarmetiya gelê Kurdistanê nedane bo ku şerê terorê bike û rêgir jî bûne ku gelê Kurd çek ji bo xwe dabîn bike bo ku bergiriyê li xwe bike.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê sedemên vê rewşê hate axaftin ku li bereyên rûbirûbûnê ya li devera Şengalê pêkhatiye û Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku nabê tu warî de kêmasiyek bimîne û ewê kêmterxem bûne li bergirîkirin û parastina xelkê îcraat li gel wan da tê kirin.

Back to top button