Polîtîk

Serokê Kurdistanê êrîşa ser Hevpeymanan şermezar dike

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li daxuyaniyek da bi tundî êrîşa şeva derbasbûyî ya ser Hevpeymaniya Navdewletî li Bexda şermezar kir ku eve jî naveroka wê ye:

Bi tundî wê êrîşa mûşekî şermezar dikîn ku ‌şeva derbasbûyî Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Serbazgeha Eltacî li Bexda armanc kir û li encamê da hejmarek serbazên Hevpeymaniya Navdewletî canê xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.

Di demek da hevsozî û hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan û welatê wan derdibrîn, dûpat dikîn ku ev êrîş pêşhatekî tirsnake û ziyan bi berjwendiyên Iraqê digihîne û rewşa welat dixe metirsiyê ve, bi taybetî ku hê jî teror metirsiyekî rasteqîneye û Da’îş gefeke ciddiye li ser ewlehî û asayîşa Iraq û navçeyê û ji bo ji navbirina wan pêwîstî bi hevkarî û piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî heye.

Daxwaz ji aliyên berpirsan dikîn êrîşkaran peyda bikin û rûbirûyê yasayan bikin, rê jî li dûbarebûna van êrîş û dijminkariyane bigrin ku dibine sedema tevlîheviyên zêdetir û rewşê aloztir dikin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

12/03/2020

Back to top button