Polîtîk
Serokê Kurdistanê êrîşa dijî Ehmed Turk şermezar kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi mixabinî berî çend rojekê derbasbûyî, Ehmed Turk Serokê berê yê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) a hatî qedexekirin ji aliyê hemwelatiyeke Tirkiye ve li ber avahiya dadgaha bajarê Samsunê êrîşek li ser hate kirin.
Em bi awayeke eşkere vê êrîşê şermezar dikîn û tekîd li ser pêkve jiyana aştiyane dikîn. Hêvîdarîn bi hizreke siyasî û dûrî ji tundutîjiyê hewla çareser kirina pirsgirêkan bête dayîn.
Ewê ku cihê dilxweşiyê ye li vê rûdavê da Kurd û Tirk pêkve nerazîbûna xwe derbirîn ku eve jî wê yekê nîşan dide ku roj bi roj li Tirkiye demokrasî û azadî pêşdikevê û girîngiya vekirina demokrasiyê jî zêdetir diyar dikevê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15/04/2010