Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî kasatiyekî navxweyî û navdewletî

Nûçeanalîz: Nêçîrvan Barzanî kasatiyekî navxweyî û navdewletî

Berî çend rojekan Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê serdana welatê Tirkiyeyê kir û ji aliyê mezine berpirsên Tirkiyeyê ve hat pêşwaz kirin. Ev sedanan Nêçîrvan Barzanî ya bo Tirkiyeyê bû yek ji bûyerên germên rojeva mediya deverê û bi taybetî mediya Kurdistanê li ser vê serdana Barzanî gelek şirove kirin. Piraniay wan analîzên hatîne kirin li ser yek xalê mitefik bûn ku Nêçîrva Barzanî li Kurdistanê merkezê hêzê ye.


Barzanî li Tirkiyeyê ji alitê serowezîrê û wezîrê derve Tirkiyeyê ve hat pêşwazî kirin.
Barzanî di dema ku ew serokwezîrê Kurdistanê jî bo gelek mihawile dikir ku têkeliyên herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re normal bike û hertim Barzanî bi çavê ku Tirkiye wekatekî cîran yê giringe û senga Tirkiyeyê di deverê û rola wê di pirsên deverê de diyare, bi taybetî rola Tirkiyeyê a di warê siyasî û aborîde, temaşa dikir.


Rêbwar Kerîm mamosteyê zanistên siyasî li zanêngeha Silêmaniyê ji Civîl re dibêje:


– Du peyamên sereke li pişt sefera Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyeyê hene; peyama siyasî û peyama bazirganî ye.
– Nêçîrvan Barzanî dixaze kilîta nolmalîzekirina têkeliyên navbera Tirkiyeyê û Partiya Demokrata Kurdistan PDKê be, bi taybetî di demên borî de têkeliyên her du aliyan aloz bûn.
– Herwesa peyameke din a serdanan Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyeyê dibe ku Aborî be. Ji ber ku dema ew serokê hikûmetê, kabîneya pêncê bû, kabîneya wî giringiyeke mezin bi warê aborî û bazirganî dida. Her ew bi xwe danerê siyaseta petrolê bû li Kurdistanê. Ev jî pêngaveke başe, çunkî hikûeta Tirkiyeyê dixaze bazirganiya xwe bi Îraqê re zêde biek, ji 5 milyar dolran bo 20 milyar dolaran di salekê de.


Hêmin Mîranî mamosteyê zanistên siyasî li zanîngeha Selahedînê li dor serdanan Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyeyê dibêje:


– Her çiqas nuha Nêçîrvan Barzanî tu postên hikûmî nînin jî, lê pêşwazîkrina mezine berpirsên tirkî li kesatiyekî siysasiyê kurd bi wî awayî, guhertineke gelek mezin e di dîtina Tirkiyeyê de bo herêma Kurdistanê û kurdan. Ji ber ku heta duhî jî berpirsên tirk serokên kurdan bi eşîrî, çete û hin navên din binav dikirin.
– Giringî, mezinî û tesîra serdana Nêçîrvan Barzanî di wê yekê de ye ku ev yekemîm care dewletek bi awayekî fermî  pêşwaziyê li kasatiyekê siyasiyê kurd dike ku, tu postên fermî nîn in û di partiya xwe jî de ne kesê yekemîn e.
– Di siyasetê de tiştek heye; Kî senterê qiwetê ye? Di warê siyasî, madî û cemawerî de kî senterê hêzê ye? Nêçîrvan Barzanî her sê sîfet tê de ne. Tirkiye dizane cîyê Nêçîrvan Barzanî ciye.
– Ev yek manaya giranî, xweragirî û heybeta Nêçîrvan Barzanî ye li ser meydana siyasiya Kurdistanê û Îraqê. Kes nikare înkara vê yekê bike ku, her ji dema Nêçîrvan Barzanî weke xurtekî serkirde di warê karê dewletdariyê de derketiye, wî karî bi timamî rola xwe bibîne û tecrûbeyeke nû ya hukimdariyê li herêma Kurdistanê pêşkeş bike. Di dema deselatdariya wî de guhertinên mezin di warê îdarî de çêbûn. Tesîra partiyan li ser hikûmetê kêm kir û heybet da zasiyên hikûmetê. Ev yek jî bo Kurdistanê guhertinên mezin bûn.
– Herwesa Nêçîrvan Barzanî li ser astê navdewletî jî giranî û cîyê xwe heye. Ez dikarim bêjêm ku, çi di karê siyasî de û çi jî di karê hikûmetê û di nav Partî jî de Nêçîrvan Brzanî zahîreyeke nû ye.  Çunkî ji bo karê hizbî jî dîtinên wî cuda ne.
– Nabe tu alî, di vê qonaxê de ji sefera Nêçîrvan Barzanî ya bo Tirkiyeyê nerehet û dilgiran bin. Divê hemû kurdek îmkan û şiyanên xwe ji bo xizmeta Kurd bikar bîne. Eger kak Nêçîrvan serferekê bike û ji bo ku şirket û kompaniyên aborî bîne Kurdistanê bixebite, eve kareke di xizmeta kurdan deye.
– Tony Blair serokwezîrê Berîtaniya bû, lê piştî ew li ser posta xwe nam jî, wî bi sedan kar ji bo welatê xwe kirine. Nabe tu kengî li postê fermê bî, tenê hîngê kar bikî. Divê mirov qiwet, hêz, şiyan û ciyê xwe berdewam ji bo xizmeta welatê xwe bikarbîne. Ji ber hindê divê em li Kurdistanê hewil bidin zimanê tefahumê, diyalogê peyda bikin.


Nêçîrvan Barzanî ji postê xwe mezintir e, seferên wî yên vê dawiyê wê rastiyê diyar dikin ku hêşta ew xwedî desthilt e. Li gelek welatan kesatiyên siyasî hene û ne di postên fermî de ne lê desthilat û tasîra wan hertim heye.


Mihemed Xoşnav sekreterê rojnamegeriyê ofîsa  Nêçîrvan Barzanî dibêje: Nêçîrvan Barzanî tu gavan bêy razemandî agadariya serokê herêma Kurdistanê na avêje.”


Amadakirin:
Nasrat Haci
[email protected]

 

 

Back to top button