Serokê Kurdistanê di nava gelde bû
Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li yekemîn roja cejna neteweyiya Newrozê da serdana seyrangehên binarê Sefîn û devera Soran kir û beşdarî li xoşî û şadiya cemawerê Kurdistanê kir û ji aliyê seyrankaran ve gelek bi germî hate pêşwazî kirin.
Ev beşdarî kirina Serokê Kurdistanê bû cihê xweşhaliya wan welatiyên ku ji bo cejna Newroza îsal ve li seyrangehan bûn û li nêzîk ve hevdîtina xelkê pêkanî û şadî û pîrozbahiyên xwe yên cejnê bi xelkê serbilindê Kurdistanê ragihand û bi xêrhatina wan malbatên Ereb û geştiyaran jî kir ku li başûr û nav Iraqê û welatên cîran bi mebesta beşdarbûna cejna Newrozê da serdana Herêma Kurdistanê kirine û hêvî xwest li sayeya wê azadî û pêkvejiyana li Kurdistanê da heye demeke xweş bi ser bibin.
Wekî nerîtêkî neteweyî rojên Newroza hemû salek xelkê Kurdistanê diçin himbêza sirûşta xweşika Kurdistanê û bi şadî û seyran û xweşî cejna Newroza xwe li gel kesukar û dostan xwe bi rê dikin.
Beşdarîkirina Serok Barzanî li cejn û seyrana xelk keşuhewayeke din li nav seyrangehan de dirust kir û bû cihê dilxweşî û şadiya welatiyan û geştiyarên Ereb û biyaniyan.
Hêjayî gotinêye li vê geşta meydanî da Serokê Herêma Kurdistanê li seyrangehên Henare, Tawiske, Gomespan li binara Sefîn û her du seyrangehên Cundiyan û Bêxal li devera Soran geriya û serdana welatiyan kir.