CîhanPolîtîk

Serokê Kurdistanê civînên girîng dike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Munchê cuda ligel her yek ji Wezîrê Derve yê Îtalya û Wezîra Bergiriyê ya Almanya civiya.Îro danê êvarê di çarçoveya beşdariya xwe di Konferansa Aştiyê ya Cîhanî li bajarê Munchê de, Serok Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Îtalya Encêlîno Elfano civiya û di wê civênê de pêwendiyên dualî di navbera Kurdistan û Îtalya de hatin gotûbêjkirin. Herwiha herbu aliyan behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê û navçeyê bi giştî kirin.Civina Barzani û wezirê ItalyaPiştre jî Serok Barzanî ligel Wezîra Bergiriyê ya Almanya Orsulan Vondor Layin civiya û di wê hevdîtinê de, operasyona Mûsilê hat gotûbêj kirin. Herwiha wezîra almanî pesnê Hêzên Pêşmerge da û ragihand ku ewê berdewam bin li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de.53emîn Konfransa Ewlekariya Muncihê duh roja 17ê Sibatê dest pê kir û dê heta 19ê Sibatê berdewam be. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bi vexwandinameyeke fermî ji bo vê konfransa giring a ewlekariyê hatiye vexwendin.

Back to top button