CivakRojev

Serokê Kurdistanê cejna Cemayê pîroz kir

Cejna Cemayê li tevaya xûşk û birayên Êzdî li Kurdistanê û li her cihekê cîhanê bin pîroz dikem, hêvîdarim cejneke aram û tena bi xêr û xweşî derbas biken û cejn û bîrhatinên dahatî, di rewşeke baştir da bo hemiyan vegerin.

Di vê cejnê da ku vê carê bêyî mezinê olî yê Êzdiyan xwedê jê razî Babê Şêx û bêyî rêwresm vedigerît, careka dî silavan ji canê wî ra dinêrîn, wî û kar û xizmeta wî ya ji bo Êzdiyatiyê birêz û pêzanînê bi bîr tînîn.

Di vê helkeftê da careka dî hemî xûşk û birayên Êzdî piştrast dikeyn ku heta xûşk û birayekê me yê Êzdî, revandî û bêserûşûn mabît, em dê li ser hewlêt rizgarkirin û aşkirakirina çarenivîsê wan berdewam bîn.

Dîsa Cema li hemiyan pîroz bît, her sal bi xêr û xoşî.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

06/10/2020

Back to top button