Kultur

Serokê Kurdistanê bo Barcelonayê hat vexwandin

Serokê kluba Barcelona  dawetî serokê Kurdistanê kir ku serdana kluba wan bike û li yariyeke Barcelona jî amade bibe.

 Îro  li Selaheddînê  Mesûd Barzanî serokê  Kurdistanê pêşwaziya menejerê Futbolê navdarê Ewrûpa Bayram Tutumlu kir.

Di hevdîtinekê de, Bayram Tutumlu nameyeke serokê kuba Barselona gihande destê serok Barzanê, ku têda bi awayeke fermî ‬dawetî serok Barzanî hatiye kirin ku serdana kluba Barselona û  li yek ji yariyên kluba Barselonayê de amade bibe.

Serok Barzanî ew dawetname  qebul kir û destxweşiyê jî li Bayram Tutumlu kir ku wekî kurdek kariye bigihe wê sewyeya bilinda cîhanî

Di mijareke dinê hevdîtinê de, ‬behsa girîngiya werzîşê hate kirin û serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ya ku ‬bi werzîşê tê kirin gelek car bi siyasetê nayê kirin. Her wiha li hevdîtinê de behsa çawaniya pêşxistina  werzîşa herêma Kurdistanê jî hate kirin. Menejerê Futbola ewrûpî soz da ku ji bo vê mebestê hinek ji yarîzanê bi nav û dengên ewrûpa bîne Kurdistanê.

Hêjayî gotinêye ku Bayram Tutumlu di warê werzîşê de li ser asta Ewrûpa, bi taybetî li Îspanya, şûntiblên wî diyar in

Back to top button