Serokê Kurdistanê bi nûnerên rêxistina jinan, afretan û xuşkan re civiya
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel nûnerên rêxistina jinan, afretan û xuşka yên devera Raperînê civiya.
Di destpêka civînê de, nûnerên van rêxistinan ji bo vê hevdîtinê spasiyên xwe pêşkeşî serok Barzanî kirin. Her wiha pêdiviyên xwe û ew pirsgirêkên ku rêgirin li pêşiya encamdana wan kar û çalakiyên ku dikin pêşkêşî serok Barzanî kirin.
Her wiha ji bo bicîhkirina zêdetir wan sozên ku li dema serdana devera Raperînê bi xelkê deverê dabû spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û hêvî xwestin ku daxwaziya wan rêxistinan jî ji aliyê birêz ve bêne bi cîh kirin û di vî warî de komek daxwaziyên xwe pêşkêşî serok Barzanî kirin.
Serok Barzanî bi xêrhatina nûnerên wan rêxistinan kir û behsa rola afret û jinan ya di tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de, bi taybetî di şoreşa mezina Îlonê ku çawa afret û jin wek dayik û xwîşk û keç mala xwe kiribûn baregeha Pêşmergeyan kir. Her ji nandanê û şûştina kincên Pêşmerge û piştgirîkirina bira û hevser û bavên xwe da ku beşdarîyê di şoreşê de bikin û balkişand li ser wê yekê ku afret û jinan û xwîşknn îro perwerdeyê wan şêre jin û afretanin ku sedemeke serekî bûn li binyadnana civateke dirustê şoreşger.
Her wiha serok Barzanî sebaret bi daxwazên wan rêxistinan jî soz da ku zêdetirê wan cih bi cîh dike.
Di mijareke dinê hevdîtinê de meseleya tundutîjiya dijî jinan xistin berbehs, bi taybetî li devera Raperîn û bîr û ra jî di der barê jiholêrakirina wê diyardeyê danustandin kirin.
Di dawiya civînê de, serok Barzanî di der barê girîngiya hilbijartina nû ya parlamentoya Iraqê de axaft û balkişand li ser wê yekê ku pêwîste hemû ew kesên mafê dengdanê hene beşdarî li vê hilbijartinê de bikin û roja hilbijartinê jî bikin karnavaleke nîştîmanî û neteweyî û bi awayeke azadî jî dengê xwe bidin wan berbijêrên ku li wê baweriyê dane ku dikarin xizmeta gel û nîştiman bikin û got: ”Ev hilbijartin jî divê li herêma Kurdistanê di rewşeke birayane û dûrî li her gîr û giriftek û bi awayeke şaristaniyane birêve biçe, ya ku ji aliyê me ve girînge nîşandana hêza gelê Kurdistane li Iraqê ya, û hemû hêz û alî jî pêwîste berjewendiya neteweyî bixin li ser ruyê hemû berjewendiyeke din ve û li asta meseleya neteweyî û çarenivîsan da yek helwest jî bin.