Polîtîk
Serokê Kurdistanê Barzanî li Enqereyê ye
Serokê Kurdistana Başûr Mesut Barzanî, bi minasebeta tevlîbûna 4. Kongreya Asayî a AKPê çû paytexta Tirkiyê Enqereyê. Serokê Kurdistanê Mesut Barzanî, li balafirgeha Esenboxaya li Enqereyê, ji teref balyozê Şamê Omer Onhon û rayedarên dewletê ve hate pêşwazîkirin.
Çûyîna Enqereyê û tevlîbûna kongreyê a Serok Barzanî, ji aliyê nijadperestên tirk ve bi nerazîbûn û nerehetî hate pêşwazîkirin. Cîgirê koma meclîsê a partiya nijadperest MHPê Oktay Vural, di vê warê de AKP rexne kir û got, Mesut Barzanî çi kiriye ku hûn daweta kongreya xwe dikin.