Polîtîk

Nîlsat weşana Stêrk Tv.yê radiwestîne

 

Nîlsata ku şîrketa peykê ye, teva ku bi Stêrk Tv.yê re peymana xwe heye jî, biryar girt ku weşana Stêrk Tv.yê rawestîne. Li ser vê rêvebiriya Stêrk TV.yê daxuyaniyek da û diyar kir ku, şîrketa Nîlsatê, ji ber fişarên dewleta tirkiyê ev biryara girtiye. 

Di daxuyaniya xwe de wiha got: Di weşanên me de, ligel nûçe û bernameyên dewlemend, fişarên li ser zimanê Kurdî û li hemberî asimilasyonê karekî çandê bikar tîne. Ji ber vê, rasta fişar û êrişên dewleta tirkiyê tê. Dewleta tirkiyê, ji bo ku karibe weşana me asteng bike, her rê û rêbazê bikar tîne. Dewleta tirkiyê vê siyaseta xwe îxraca welatên Ewrupa jî dike.

Weşana Stêrk Tv.yê bi vî awayî, li ser peyka Nîlsatê wê 30ê îlonê bi dawî bibe. 

Weşana Stêrk Tv.yê li ser peyka Hot Birdê wê dewam bike. 

Frekansa Stêrk Tv.yê a Hot Birdê wiha ye: HOT BIRD 11.179 Symb Rate 27.500-Fec 3/4

 

Back to top button