Polîtîk
Serokê Hikûmetê pêşwazî li balyozê Brîtanya kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hitchens kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley jî amade bû, gotûbêj li ser amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin kirin.
Her dualî li ser giringiya lidarxistina hilbijartinan û pêkhatina helbijartinan a di atmosferekî aram, aştiyane, dadperwerane û dûr ji sextekarî û binpêkirinan bên kirin de hevnêrîn bûn.
Hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û berdewamiya piştevanîkirina Pêşmerge mijareke din a hevdîtinê bû.