Serokê hikûmetê bi serokatiya şandeyeke gihîşte Londonê
Şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê Beyan Samî Ebdulrehman nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Berîtaniyayê û sefaretxaneya Îraqê ve hat pêşwaz kirin.
Amananc ji sazkirina vê konferensê, ku biryare di rojên 15-16ê vê mehê de li Londonê bî sazkirin, ewe ku xwedîkar, bazirgan, şirket û kompaniyên berîtanî û ewropî zaniyariyan li serr rewşa herêma Kurdistanê werbigrin û da ku di pêşerojê de sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê birazînin. Herwesa yek ji amancên din yê konferensê xurtkirina têkleiyan e di navbera herêma Kurdistanê û biyaniyan re bi taybetê di warê aborî û bazirganî de.
Li dor sazkirina vê konferensê serokê hikûmetê dibêje: Hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziyê li şirket û kompaniyên biyanî ku, li herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazînin û beşdariyê di ber bi pêşvebirina sektora taybet û pêvebirina aboriya Kurdistanîê di bikin, dike. Ev yek jî dê bibe sedemê wê yekê ku herêma Kurdistanê bibe senterê bizava bazirganî û deriyê derbasbûn bo deverên din yên Îraqê.
Ji bo zanîna zaniyariyên zêdetir li se konferensê serdna malpera:
www.kurdistanconference.com